Di derbarê Emîne Şenyaşar a daxwaza edaletê dike de lêpirsînên nû

Emîne Şenyaşar di çarçoveya lêpirsîna derbarê wê de hatiye destpêkirin çû Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê îfade da.

Riha - Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du lawên xwe di êrişa xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 28’ê hezîrana 2018’an de winda kir, li ber Edliyeya Rihayê edaletê dixwaze. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît li ber Edliyeya Rihayê di roja 246’emîn de nobeta “edaletê” dewam dikin. 
Derbarê Emîne Şenyaşar de ji ber gotinên wê lêpirsînek din hat destpêkirin. Emîne Şenyaşar di çarçoveya lêpirsîna derbarê wê de hatiye destpêkirin çû Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê îfade da û ji ber vê yekê îro nehat ber Edliyeya Rihayê. 
Emîne Şenyaşar di roja çalakiyê ya 24’emîn de bi îdiaya “Heqaret li karmend ango polîsên wezîfedar kiriye” îfadeya wê hat wergirtin. Şenyaşar di îfadeya xwe de sûcdariya li ser xwe red kir û got: “Ez li kujerên zarokên xwe digerim. Her car ez têm qereqolê.” 
Beriya niha jî bi îdiaya “Heqaretê” li Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, derbarê Emîne doz hat vekirin. Rûniştina ewil a dozê wê di 12’ê mijdarê de were lidarxistin. Li aliyê din bi hêceta ku Emîne Şenyaşar “heqaret” li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û polîs û karmendên wezîfedar kiriye di dîrokên cuda de 3 lêpirsîn derbarê wê de hatibûn destpêkirin. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê jî hesabê Desteya Giştî ya Meclîsê etîket kir û vê peyamê belav kir: “Dayika ku bi israr ji bo zarokên wê hatin qetilkirin û girtî edaletê dixwaze diçe emniyetê îfade dide. Kujer tên parastin. Nobeta me ya edaletê di roja 246’emîn de berdewam dike. Tirkiye û @TBMMGenelKurulu li vê zilmê temaşe dikin.”