Di derbarê Berdevka TJA yê Ayşe Gokkan de biriyara girtinê

Li Amedê di derbarê berdevka TJA yê Ayşe Gokkan de biriyara girtinê hat dayîn.

 
Amed-  Runiştina doza Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ku di derbarê wê de îdiaya “endam û rêvebera rêxistinê” heyî îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bi navê Ayşe Gokkan dê parêzerê wê Newzat Karaaslan tevlî runiştina dozê bibe.
Parêzer Newzat di dozê de diyar kir ku ew îfadeyên şahidê nepenî li ser miwekîla xwe napejirîne û xwet di runiştina piştî vê de nêrîna miwekîla wî bigirin.
Piştî navberê heyeta dadgehê di derbarê Ayşe Gokkan de biriyara girtinê da.