‘Di dawîkirina tundiyê de ragihandin xwedî rol e’

Çalakvanên jin ên Helebceyê behsa bandora ragihandinê ya di zêdebûna tundiyê de kirin û gotin: “Ragihandin bandorê li ser şêwedana civak, malbat û zêdebûna tundiyê dike.”

Helebce – Her sal li dijî tundiya li ser jinan a her ku diçe zêde dibe, di çarçoveya pêngava 16 rojan a pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de, çalakî tên lidarxistin. Çalakvan bi çalakî, semîner û panelan hewldana hişyarkirina civakê ya der barê maf û hebûna jinan de didin. Li gorî çalakvanan ragihandin çiqas roleke baş ji bo belavkirina hişyarî û nasandina zagona tundiyê bilîze, bi heman awayî rola wê di nîşandana şêwazên tundiyê de jî heye.

‘Weşandina rêzefîlmên biyanî sedema zêdebûna tundiyê ye’

Berbirsa Ofîsa Mafên Mirovan li Helebceyê Gulistan Mihemed wiha got: “Dema em behsa ragihandinê dikin, roleke dualî heye. Hinek jê xizmetê ji jin û civakê re dikin, hinek jî zirar û ziyanê didin malbat û yekrêziya civaka Kurd.”

‘Rêzefîlm bandorê li ser nifşên nû dikin’

Gulistan Mihemed behsa ziyanên ji ber weşandina rêzefîlmên biyanî kir û got: “Weşandina hinek rêzefîlman di kenalan de wisa dike ku tiştên xirab dubare bibin û bandorê li ser nifşên nû bikin. Bûyerên xwekuştinê di rêzefîlman de hene. Ev jî dibe sedem ku ciwanên me vêya dubare bikin.”

‘Tunebûna çavdêriyê dibe sedema zêdebûna tundiyê’

Gulistan Mihemed da zanîn ku divê ragihandin li ser derûniya bîneran bandorên baş çêbike, bi nîşandana dîmenên cuda li ser tundiyê wan aram bike û got: “Divê çavdêrî li ser medyaya dîjîtal were kirin. Ji ber bê çavdêriyê, pêşandana hemû mijaran bandorê li ser zêdebûna tundiyê dike. Di heman demê de dikare şêwirmendiya ragihandinê hebe. Ji bo wan mijarên ku diweşînin divê sansur hebe, da ku zêde nebin.”

Ragihandin divê hişyariyê çêbike

Derûnînas Şehên Omer destnîşan kir ku ragihandin di kêmkirina tundiyê de xwedî rolek bi bandor e û beşek jê dikaribûne peyama rast bighînin. Şehên wiha got: “Ji ber ragihandin dikare bighîje her malê, di belavkirina hişyariyê de bandora wê heye û hemû alî bi armanca kêmkirina tundiyê dikarin bi riya ragihandinê peyama xwe bighînin.”