Di danişîna darizandina veşartî ya Intisar Al-Hamadî de îdiayên pêkenok

Di 5'ê îlonê de dadgeha Rojavayê Sanayê rûniştineke veşartî der barê doza modelîsta Yemenî Întisar Al-Hamadî û herdu hevalên wê Yasmîne û Yusra Al –Mokadam de pêk anî.

NOOR SURİB
Yemen-Li gorî çavkaniyên ajansa me, di rûniştina veşartî ya ku ji hêla dadger Usama Abdul Aziz Al-Junaid ve hat birêvebirin de malbatên keçan û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî ku ji bo parêzvaniya keçan amade bûn ji salona dadgehê hatine derxistin.
Tevî ku danişîn ji bo parastina parêznameya ji hêla parêzerên parastinê ve hatibû pêşkêşkirin, dadger der barê wan de biryar neda û ji dozgeriya komarê xwest ku daneyên di telefonên keçan de hene lêkolîn bikin û binirxînin.
“Tu çawa dizanî ku cigareyek heşîşê ye qey te ji kompîtorê bêhna wê girt”
Çavkaniyên ajansa me ragihandin ku dozgeriya Komarê Yasser Al-Zindanî bi xwe amade bû û li ser kompîturên kesan çend wêne û vîdyoyên ji telefona Întisar Al- Hammadî û hevalên wê bigerin. Çavkaniyê diyar kir ku dozger wêneyê yek ji wan keçan bi cigareyê nîşan daye, îdia kir ku ya di wêneyê de heye cigareya heşîşê ye. Li ser vê yekê Întisar Al- Hammadî bi pirsek tinazî bersiva wî da û got; "Tu çawa dizanî ku ew cigareyek heşîşê ye, te ji komputerê bêhna wê girt? "
Wêneyê hevjînan ê bi hev re jî sûc hat dîtin
Her wiha dozgeriyê wêneyeke din nîşan da ku yek ji keçan bi hevserê xwe re bi rengekî normal rûniştiye û dozger ji bo girtina vî wêneyî wekî delîla sûcdariya keçikê nîşan dide ku adet û kevneşopiyên Yemenê heye û nabe ew bi hevserê xwe rê rûnê yan bi wî re wêneyan bikşîne. Di dawiya rûniştinê de dadger biryar da ku derfeta dawî bide parêzeran da ku tiştê ji wan re maye bidin.
Întisar Al-Hammadi 7 meh in di zindanên Hûsî de girtî ye, di dawiya meha Tebaxê de du caran wê derxistibûn dadgehê.
Her wiha komên Ensar Allah Hûsî, modelîsta Yemenî Întisar Al-Hamadî û du hevalên wê Yasmîn û Yusra Al-Mokadam di 20'ê Sibatê de di dema ku ew di rê de bûn, ji bo ku beşdarî danişînek wêneyan bibin girtibûn. Tevî bangewazî û kampanyayên hevgirtinê yên berfireh ku banga serbestberdana Întisar Al-Hammadî û herdu hevalên wê tê kirin jî heya niha hê li ser domandina girtina Întisar Al-Hammadî û hevalên wê bi israr e.