Di civîna şêwrê ya Meclîsa Jinên Sûriyê de rewşa jinên Sûriyê hat nîqaşkirin
Di civîna şêwrê ku li paytexta Şamê ya Sûriyê hat lidarxistin de li ser rola sereke ya jinên Sûriyê ya di avakirina aşîtî û civakê de wek hêzeke bingehîn, nîqaş hatin kirin.
RAMA XELEF
Şam- Meclîsa Jinên Sûriyê duh li paytext Şamê ya Sûriyê civînek şêwrê li dar xist. Armanca civînê, xurtkirina asta diyalogê ya di navbera jinên Sûriyê de û nîqaşkirina rola jinê ya di avakirina pêşeroja Sûriyê de bû. Ev civîn ji bo rola jinan a di pêvajoya pêşîn de bi nêrîn û diyalogan nîqaş bikin de, ji jinan re wek fersendek bû.
Di destpêka civîna şêwrê de Meclîsa Jinên Sûriyê ku ji bo pêşxistina jina Sûrî û beşdarbûna wê ya ji hemû qadên jiyanê re wek forûmek e, hat nasandin. Ev meclîs, girîngî dide avakirina kapasîteyên jinan. Piştgiriya mafê wan û beşdarkirina jinan a ji cihên biryardayînê re dike da ku bikaribin rola jinan a di avakirina aşîtî û dadmentiya civakî ya Sûriyê de zêde bikin. Beşdarên ku di fûromê de amade bûne, li ser kêşeyên ku jinên Sûriyê di rewşa heyî de dijîn, bi taybetî di aloziyên siyasî, civakî û aborî de axivîn. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo xurtkirina rola jinê, bihêzkirina jinê ya siyasî pêwîst e û pêdivî heye ku jin di diyalogên netewî de cîh bigire, da ku bikaribin di cîhên biryar girtinê de cîh bigirin.
‘Pêşxistina rola jinê di nav diyalogan de’
Beşdaran di nav nîqaşên xwe de bal kişandin ser girîngiya hînbûn û perwerdekirina jinan. Hate pêşniyarkirin ku bernameyên perwerdehiyê yên bi mebesta jêhatîkirina jinan, ji bo beşdarbûna bi bandor a di karûbarên siyasî û civakî de, di nav de zêdekirina jêhatîbûna serokatî û danûstandinan, li dar bixin. Li kêlek wê, pêşniyar hat kirin ku sindoqên destekkirina projeyên biçûk ên jinan bên avakirin, bi taybetî ji jinên li gundewaran dijîn re. Ew jî dibe wek amûrek ji bo zêdekirina rola wan a aborî û civakî. Di heman demê de girîngiya pêşxisitna diyaloga civakî û berferhkirina diyalogên neteweyî ji bo hemû jinên herêmê di nava xwe de bihewîne û nêrînên jinan di avakirina pêşeroja Sûriyê de zêde bibe.
‘Xurtkirina rola jinê di qadên siyasî û aborî de’
Forûma şêwirê bi komek pêşniyaran bi dawî bû. Pêşniyarên herî girîng ev bûn; zêdekirina hêza siyasî û aborî ya jinan a bi bernameyên piştgirî û rehabîlîtasyonê yên berfireh. Xurtkirina hevkariyên di navbera saziyên jinan û civaka sivîl de ji bo bidestxistina armancên hevpar ên ku xizmeta pirsgirêkên jinan dikin. Xurtkirina hewldanan a ji bo parastina mafên jinan û têkoşîna li dijî cihêkariyê di hemû waran de, banga beşdarbûna jinan a di nivîsandina destûra Sûriyê ya pêşerojê de û misogerkirina wekheviya zayendî di nav wê de. Avakirina toreke piştevaniya jinan a bihêz a ji bo pevguhertina ezmûnan û pêşxistina hevkariyê ya di navbera jinên Sûriyê de.”