Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de ji bo mêran perwerde

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de, Kongra Star ji bo 22 mêran bi armanca pêşxistin û guhertina hişmendiyê 3 rojan dewreyeke perwerdeyê li dar xist.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24’ê Sibatê de rêzeçalakiyên 8’ê Adarê di bin dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” ragihand. Kongra Star a Bajarê Hesekê jî di çarçoveya rêzeçalakiyan de dewreyek perwerdeyê ji bo 22 mêran da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê 3 roj li navneda Kongra Star a bajarê Hesekê berdewam kir. Di dewreyê de li ser hevjiyana azad, dîroka 8 Adarê û sîstema Kongra Star perwerde hat dayîn.

‘Şoreşa me bi zanista jinan bi pêş dikeve’

Endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Helebça Ehmed 8’ê Adarê li tevahî jinên cihanê pîroz kir û wiha got: “Yek ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê vekirina dewreya mêran e. Me dewreyek ji bo 22 mêrên ji civakê û saziyan dest pê kir. Dewreya me jî bi armanca pêşxistina zanîn û guhertina hişmendiyê ye. Em dixwazin hişmendiyek di nava civakê de were avakirin ku her zayendek xwedî rol û wekhev be. Hişmendiya bavksalarî her dem xwest jinan bike kole da ku civakê jî bike koleyê berjewendiyên xwe. Lewma îro em ji bo guhertina vê hişmendiyê şerê zihniyetê dikin. Şoreşa me şoreşa guhertina hişmendiyê ye em ê bi vê şoreşê, zanista jinan bi pêş bixin û civakek wekhev bi exlaq û polîtîk li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan bidin avakirin.”

‘Destkeftiyên şoreşa jinan yek ji mîrasên berxwedana 8’ê Adarê ye’

Endamê Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê Mihemd Xewas da zanîn ku armanc bi tevlibûna perwerdeyê guhertina hişmendiya baviksalarî ye û wiha axaftina xwe domand: “Em dixwazin bigihîjin asteke ku her kes wekhev be, jiyana hevbeş were jîyîn ew jî bi pêkanîna felsefeya rêberê me Ocalan pêkan e. Em 8’ê Adarê rojeke pîroz dibînin ku bi ked û îsrar jin gihîştin mafên xwe û ew ked îro bi şoreşa Rojava û di nava wê de bi şoreşa jinan berdewam dike. Piştî vê şoreşê gelek destkeftî çêbûn her wiha guhertinên mezin jî bi xwe re anîn. Îro hemû pirsgirêkên heyî ku di nava civakê de hene hemû sedemên wan hişmendiya serdest e lewma jiyana li ser hişmendiya rast azadî bi xwe ye. Ji bo ku em vê yekê pêk bînin pêwist e her kes perwerdeyê esas bigre û bizanibe ku ji bo jiyanê weke av û nan e.”