Di çalakiyên li Suweydayê de banga şikandina bendan hat kirin

Çalakiyên gel ên li Suweydayê di roja xwe ya 45’an de berdewam dikin, jinên ku beşdarî çalakiyan dibin bang li hemû jinan kirin û gotin: “Bendên tirsê bişkînin û dengê xwe bilind bikin.”

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Parêzgeha Suweydayê ku piraniya wê Durzî lê dijîn, di demeke ku bihayê her tiştî ji meha Tebaxê ve zêde bûye, li dijî biryara Hikûmeta Şamê ya zêdekirina bihayê sotemeniyê dibe şahidê xwepêşandanan. Çalakiyên gel ên ku 45 roj in didomin roj bi roj zêde dibin, duh bi sedan şêniyên Suweydayê li Meydana El-Sîr a bi navê “Meydana Rûmetê” kom bûn. Beşdarbûna zêde ya jinan ku di nav de aktîvîst, xwendekarên zanîngeh û dibistanan jî hebûn, bal kişand ser xwe. Zarokên ku guliyên dara zeytûnê dabûn ser serê xwe, bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiyê bûn pankartên “Biryara 2254’an bi cih bînin”, “Aştiya sivîl”, “Hikûmeta derbasî”, “Destûra Bingehîn a nû”, “Yên ku ji warê xwe bûne vegerin” daxwaza azadî û edaletê ji bo gelê Sûriyeyê kirin. Jinên ku beşdarî çalakiyan bûn ji ajansa me re axivîn.

‘Hemû dewlemendiya welat hat talankirin’

Ji jinan Lîna Ebû Hemdan jî diyar kir ku tevgera gel wê bidome û got: “Em ne dîktatorî, bêedaletî û ne jî desthilatdariya zaliman dixwazin. Ji bo mafên me yên ji civakê hatine dizîn bi dest bixin, em daxwaza demokrasiyê û rêveberiyeke sivîl dikin. Welat ji aliyê Rûsya û Îranê ve hatiye dizîn û talankirin. Em qebûl nakin ev rejîm xakên me bifiroşe. Ji niha û pê ve em ê çawa bijîn? Hemû dewlemendiya welat hat talankirin, fosfor û petrol hatin firotin. Ji bo em mafên xwe paşve bistînin em li vê qadê kom bûn. Tu pêwendiya gel bi peymanên Hikûmeta Şamê yên bi welatên derve re nîn e. Divê ev rejîm bê cezakirin. Ev şoreş şoreşeke gel a xwebexş e. Tu pêwendiya wê bi hêzeke derve re nîn e.”

Em dewleteke sivîl dixwazin

Yek ji xwepêşanderan Darîne Azzam jî wiha got: “Em daketin kolanan ji bo trajediya ku tê jiyîn bînin ziman. Dirûşmên me daxwaza azadî, edaleta civakî û banga rûxandina rejîmê dikin. Em dev ji daxwazên xwe bernadin. Em dewleteke sivîl dixwazin. Gel ji ber ku êdî nikaribû van şert û mercên xirab ên jiyanê ragire daket qadan. Hêvîdar im hemû jin dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Peyama min ji jinan re ew e ku bendên tirsê yên li pêşiya xwe bişkînin û ramanên xwe bînin ziman. Em bi daxwaza berdana girtiyan û rûxandina rejîmê daketine kolanan. Em bi tevgera gel a bajarê Suweydayê re di nava hevgirtinê de ne.”