Di çalakiya nobetê de qetilkirina siyasetmedar Firyal Silêman hat şermezar kirin

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, qetilkirina siyasetmedara Kurd Firyal Silêman Xalid hat şermezarkirin.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 37’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewrgirtin qetilkirina siyasetmedar û çalakvana Kurd Firyal Silêman Xalid hat şermezar kirin. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mamoste Bêrîvan Kaya axivî.

‘Di hemû kiryarên bivî rengî de hevkariyek qirêj heye’

Bêrîvan Kaya kiryarên dewleta Tirk yên li beramberî jinên têkoşer û pêşeng şermezar kir û got: “Hedef û armanca dewleta Tirk û hevkarên wî ew bû ku di kesayeta heval Zelal de hedefgirtina hemu jinên têkoşer bû. Di hemu kiryarên bivî rengî de hevkariyek qirêj heye. Çawa ku ji heval Nagîhan destpê kir heya gihişt heval Zelal. Ev êrişên hovane yên dewleta Tirk ku li beramberî gelê Kurd dide pêkanîn, ne rêzê ye. Wek jin û gelê wargeha Şehîd Rustem Cudî em hemu kiryarên dewleta Tirk şermezar dikin.”

‘Em êrişa li hemberî Firyal Silêman ji rêzê nabînin’

Bêrîvan Kaya diyar kir ku wê hemu jinên Kurd xwedî li îradeya Firyal Silêman Xalid derbikevin û got: “Di kesayeta heval Zelal de hemu jinên ku niha dinava têkoşînê de ne û li berxwe didin, îradeya ku heval Zelal nîşa kirî wê xurttir bikin. Ji ber ku ne cara yekeme dewleta Tirk bi hevkarên xwe re li ser gelê Kurd bi taybet jî li ser jinên têkoşer êrişên hovane pêktîne. DewletaTirk ji ber ku li beramberî gêrîlayên azadiyê têk diçe, ji ber vê têkçûna xwe êrişî Rojavayê Kurdistan û jinên têkoşer dike. Heval Zelal têkoşereke ku 31 sale ji bo îradeya jin, paradîgmaya Rêber Apo û hemu jinên cîhanê li berxwe dide. Her kêliya jiyana wê bi têkoşînê derbas bûye. Ji bo wê em vê êrişê ji rêzê nabînin. Em bang li hemu jinên cîhanê dikin û taybet jî jinên Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikin ku bibin xwedî helwest.”

Bêrîvan Kaya di dawiya axaftina xwe de bang li hikumeta Iraqê kir ku di vê bûyerê de bibe xwedî helwest û qetilkirina siyasetmedara Kurd Firyal Silêman Xalid zelal bike.

Piştî daxuyaniyê li ser navê koma 36’emîn Helîm Îşlek axivî.

Helîm Îşlek di destpêka axftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û got: “Heta ku em Rêbertî bi fîzîkî rizgar nekin emê li ser lingan bin û çalakiyan li dar bixin. Emê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe, girtiyên li zîndanan û gêrîlayên xwe xwedî derkevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çi ji me were xwestin emê pêkbînin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.