Di çalakiya Dayikên Şemiyê de gelek kes hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê tevî dorpêç û astengiya polîsan jî di hefteya 954'an a çalakiya xwe de careke din meşiyan Qada Galatasarayê.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 954'an de ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin li dar dixin de, careke din meşiyan Qada Galatasarayê.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan, tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ‘binpêkirinê’ heye jî mafê wan e biçin qadê, destûr nehat dayîn ku li Qada Galatasarayê ya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî bidin. Girseya çalakgeran ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û gelek kes hatin binçavkirin.