Di bûyera li Silêmaniyê de 16 kes hatin girtin
Li taxa Hiwane ya bajarê Silêmaniyê duh dema ku jinek çû serdana galeriyên wesayîd û motosikletan rastî êrîşa bi dehan mêran hat. Hat diyarkirin ku 16 mêrên êrîş kirine û hewl dane jina ciwan bi lîncê qetil bikin hatine girtin.

Silêmanî – Duh li taxa Hîwane ya bajarê Silêmanî dema ku jineke ciwan çû galeriyên wesayîd û motosikletan, komek ciwanan êrîşî jinek ciwan kirin.
Bûyera ku qewimî ket kamerayan û di dîmenan de diyar dibe ku mêrek li jinek dide û jin li erdê dikeve. Li ser vê yekê gelek mêr êrîşê jina ciwan dikin. Piştî ku dîmen li ser medyaya dîjîtal hat belavkirin, ji gelek aliyan bertek çêbûn.
Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Rêwas Fayeq bertek nîşanî vê bûyerê da û got: “Ew mêr weke hovan êrîşê jineke ciwan dikin, weke ku her kes li pêşbirkê temaşe bike. Rojane li hemberî jin û zarokên keç ên vê herêmê êrîş tên plankirin û organîzekirin. Desthilatdar û civakek ku bi vê hovîtiyê nehejin divê li hêviya mirinê bin.”
‘Divê helwesta me diyar be’
Çalakvan Aştî Abdulah helwesta xwe ya li hemberî van dîmenan wiha nîşan da û got: “Ev êrîşa ku li taxa Hiwana li dijî jinek ciwan hatiye kirin dijmirovî ye û divê em hemû li hemberî vê yekê bibin xwedî helwest û yên ev êrîş kirine werin girtin û cezayê xwe bigrin.”
‘Êrîşên li ser jinan nayên qebûlkirin’
Şanaz Îbrahîm bi tundî êriş şermezar kir û got: “Ez bi tundî êrişa li ser jina ciwan li taxa Hiwane ya Silêmaniyê şermezar dikim. Em dubare dikin êrişên li ser jinan nayên qebûlkirin. Divê kiryarên vê li gorî zagonê werin cezakirin. Kiryarên sûcên wiha, nîşaneyek şîdeta li dijî jinan e. Em daxwaz dikin ku sazî û dezgehên ewlehiyê lêkolîna pêwîst werin kirin û pêşî li bûyerên bi vî rengî were girtin.”
‘Ev êrîş li hemberî mirovahiyê ye’
Çalakvan Rêza Herdî der barê bûyerê de wiha got: “Salek bi gef û tundîtûjiya li hemberî jinan derbas bû. Ez nizanim tawanê vê jina ciwan çi ye ku êrîşek wiha li dijî wê tê kirin? Tenê tişta ku dizanim ew e ku tişta hatiye kirin çiqas metirsîdar e loma divê ku zagon bikevin dewrê. Ev neheqî û tundîtûjiya li beramberî mirovahiyê ye û bi taybetî jin û zarok û pîran e.”
‘Ev yek nayê qebûlkirin’
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil got: “Ev bûyer qet nayê qebûlkirin. Wê hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî her cure şîdetê û binpêkirinan bi giştî yên mafên mirovan û mafên jinan raweste. Divê di zûtirîn demê de li hemberî kiryarên van sûcan tedbîrên hiqûqî bên girtin.”
‘Êrîşeke qirêj e’
Qeymeqamê Helebçeyê Nuxse Nasih jî diyar kir ku erîş tişteke qirêj e û xwest êrîşkar di demek nêz de werin girtin û cezayê herî giran bigrin.
73 jin hatin qetilkirin
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di tundîtûjiya li hemberî jinan de tu daneyên fermî nehatine aşkerakirin û belavkirin. Li gorî daneyên ajansa me tenê di sala 2022’an de 73 jin hatine kuştin, şewitandin û neçarî xwekuştinê hatine kirin. Çend bûyerên din ên tundîtûjiya li hemberî jinan hene û bi dehan bûyerên nediyar ên kuştina jinan veşartî mane.