Di bomberdûmana li Xartûmê de zêdeyî 30 sivîl hatin qetilkirin

Hate hînbûn ku li Xartûma paytexta Sûdanê di êrîşa hewayî ya li dijî herêma niştecihbûnê de zêdeyî 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji 15’ê Nîsana 2023’an vir ve berdewam dikin. Li herêma ku şer û pevçûnên dijwar lê diqewimin sivîl jî dibin hedef.

"Komîteya Berxwedanê" ya rêxistineke taxê ya ku alîkariya hevbeş di navbera niştecihên başûrê Xertûmê de birêve dibe, ragihand ku "li devereke niştecihbûnê û bazara xwecihî di encama bombebaranê de 30 sivîl mirine." 

'Komîteya Hiqûqnasên Demokrasiyê' ya li welêt jî diyar kir ku 33 sivîl mirine, 23 ji wan di êrîşên hewayî yên artêşê de jiyana xwe ji dest dane.

Herî kêm 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî texmînan di şerê ku bi mehan e li Sûdanê dewam dike de zêdetirî 12 hezar kes jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar dike ku zêdeyî 7 milyon kes ji cih û warên xwe bûne. Di dema ku xebatên dîplomatîk ên ji bo muzakereyên aştiyê didomin, tevî beşdariya DYE, Erebîstana Siûdî û bloka herêmî ya Afrîkaya Rojhilat IGAD, nakokiyên di navbera aliyan de nehatin sekinandin.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn niha Xartûm û hema hema tevahiya herêma rojava ya Derfûrê kontrol dike, derbasî parêzgeha Cezîrê li rojhilata navîn a welat bûye ku mazûvaniya hejmareke mezin a kesên ji cih û warên xwe bûne, dike.