Di bin navê olê de tundiya li ser jinên Idlibê tê rewa kirin
Nêrînên olî yên şaş weke gelek cîhan li Îdlîba dagirkirî jî bandora xwe li ser jinan dike. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk û HTŞ ji bo zextê li jinan bikin ol wek amûrek bikartînin.
HEDÎL EL OMER
Idlib – Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ji roja ku Idlibê dagirkirine li ser civakê bi taybet li ser jinan zextên dijwar didin meşandin. Çeteyên ku xwe li pişt olê diveşêrin di eynî wextê de ol wek amûrên zextê li ser jinan bikar tînin. Mîna ferzkirina cilên girtî li ser jinan, zewicandina zarokên keç jêrî 18 salan û tundiya malbatî ji wan rêbazên wan ên sereke ne.
Ji ber zextên olî di 14 saliya xwe de tê zewicandin
Meryem El Sîban ku 17 salî ye li gundekî biçûk li gundewarên Idliba Bakurî jiyan dike xeyalê wê ew e ku xwendina xwe temam bike û bibe mamoste lê belê ew bi darê zorê di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin.
‘Jiyana min tijî tirs û stres e’
Suad El Hesûn ya 23 salî dayîka 3 zarokan e li bajarê Idlibê dijî bi darê zorê cilên ne li gorî xwe li xwe dike û ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hatiye hişyarkirin ku li gor rêgeza cil û bergan tevbigere. Her wiha dema xwestiye tena serê xwe ji amalê derkeve hatiye tengavkirin. Suad Hesûn wiha behsa zextan dike:
“Jiyana min tijî tirs û stres e. ji ber nerînên olî ên şaş ez her car rastî tengaviyan têm. Zirareke mezin li min hatiye. Hemû planên min ên pêşerojê ji ber van mijaran winda bûn. Ol tişta herî sereke ye ku HTŞ li gor xwe bikartîne. Lê belê li dijî jinan û tengkirina mafên wan hatine danîn. Gelek kes dibêjin divê jin li malê be û nabe fêr bibe yan jî kar bike. Ev yek nahêle jin pêş bikevin, mafên wan ê perwerdeyê tê xwarin û derfetên kar ji destê wan diçe. Di encam de jin xizan dibin û xwe dispêrin xelkên din. Cihê wê di civakê de jî lawaz dibe û tê istîsmarkirin."
Ol weke amûrekê tundiyê tê bikar anîn
Neda El Şelûf mamosteya zimanê Erebî ye ji ji ber ku hinek pirtûkên ku dixwest zarokên keç bixwînin ji dibistanê hatiye qewitandin. Neda El Şelûf wiha pê de çû: “Dema min fikrên teng di hundirê hinek pirtûkên xwendinê de dîtin ez şok mam. Di pirtûkan de jin paşguhkirî ne û rola wan tenê di malê û tiştên teqlîdî de heye. Hemû jî bi navê ol hatiye kirin."
Zêna Selmo dayîka 3 zarokan e di kampên Kefer Yehmûl de li bakurê Idlibê jiyan dike, rojane li hember tundiyê rûbirû ye û dibêje: "Hevjînê min tundiya bilêvkirî û fîzîkî li min dike. Her cara ez lêdanê dixwim bavê min ji min re digot di heqê te de ye ji ber tu bi ya wî nake. Carekê min berê xwe da şêxekî li herêma me ji bo şîreta wî bixwazim lê belê ji min re got bila sebra te hebe û îtaet erka jinan di ola Islamê de ye û ez ê li ser sebra xwe di dunyaya din de serkeftinê bidest bixim. Ez matmayî mam û vegeriyam jiyana dojehê ya ez têde me."