Di Berxwedana Serdemê de rojnamegerî

Destana berxwedana gelê Efrînê li dîrokê hatiye nivîsîn û heta vê kêliyê jî ji aliyê rojnamevanên azad ve tê nivîsandin. Rojnamevan Sozda Oremar diyar kir ku di şerê Efrînê de wan bi kamerayên xwe girêdana gel bi axê re nîşanî tevahî cîhanê dane.

RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ruxmê tang, top û balafirên giran welatiyên Efrînê berxwedanek 58 rojan raber kirin. Rojnameya azad di 58 rojan de şev û roj li kêleka gelê xwe êş, azar, qetlîam, berxwedanî, kenê zarokan, tilîliyên dayikan li ser cenazeyên zarokên xwe, şerê şervanên YPJ/YPG'ê li dijî dagirkeriyê ji nêz ve şopandin û kirin malê dîrokê. Ger rojnamevanek li pey heqîqetê bimeşe, ne gengaz e ku rastî were veşartin, di şerê Efrînê de jî roleke pir girîng lîstin û rastî nîşanî tevahî cîhanê dan. Tişta ku neyê dîtin rojnamevan bi çavên xwe dîtin, bi kamerayên xwe kişandin, bi pênûsên xwe nivîsandin û ji raya giştî re parve kirin. Gelek rojnamevan bi banga heqîqetê canê xwe kirin mertal û parçeyek canê xwe feda kirin. 
Rojnamevan Sozda Oremar ji roja ku êrîş pêk hat heta kêliya dawî bi kamera xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk sekinî û rastiya şer derxist holê. Sozda kêlî bi kêlî êş, azar û berxwedana jinan ji raya giştî re parve kir û bi şev û roj li pey heqîqetê geriya. 
Ajansa me têkildarî stratejiya erdnîgariya Efrînê, êrîşa dewleta Tirk, berxwedaniya gel û rola ragihandinê di şerê Efrînê de gotubêje ji Sozda Oramar girt.
Efrîna rengîn bi zeytûnên xwe tê nasîn
Sozda diyar kir ku Efrîn bihuşta Kurdistanê ye û hestên xwe wiha anî ziman: "Welatê Kurdistanê bi xweşikbûn û bedewiya xwe tê nasîn, di bajarên Kurdistanê de hin xweseriya bajaran heye, yek ji wan Efrîn e. Efrîn wek Efrîna rengîn tê nasîn, bi rastî jî reng bi reng e. Cihek pir dîrokî ye û gelek şaristanî derbas kiriye û di her bohistekê wî  de dîrokek hatiye jiyîn. Di nava vê dîrokê de kevneşopiya jinan pir diyarde ye. Jinan kedek mezin li Efrînê daye, loma heta roja îro bandora wê kedê ber bi çav e. Cihek wiha ye ku her çar demsal tê çandin û jiyîn her wiha bi zeytûnên xwe tê nasîn. Ji bilî zeytûnê hemû cureyên fêkî û şînkahî tê de tên dîtin. Girêdana welatiyan ji axa xwe re, ji ber bi keda destên xwe çêkirine ji wê derê tê. Çawa ku li zarokên xwe mêze dikirin, wiha darên xwe jî mezin dikirin. Xweşikbûn û erdnîgariya wî hev temam dikir. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gavên yekem her li Efrînê hatin avêtin, herêmek biçûk e lê dilê wê pir mezin bû, loma weke cihê aramî dihat pênasekirin û hembêza xwe ji tevahî pêkhateyan re vedikir. Neteweya demokratîk di aliyê pratîkê de li Efrînê pêk hat."
72 balafirên şer êrîş kirin 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê kir, Sozda kêliyan destpêkê wiha parve dike: "Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk bi 72 balafirên şer êrîş kir û wê demê ez li taxa Mehmûdlî bûm. Di şerên cîhanê yên yekem û duyem de ewqas balafirên şer nehatibûn şixulandin lê di şerê cîhanê yê sêyem de li Efrînê ezman hemû ji balafiran xuya nedikir. Welatî li benda êrîşek ewqas hovane nebûn loma çend kêliyan tirs hat jiyîn, zarok ji qijîniyan ezman dihejandin, kes nedizanî çi bike, ji ber derdora Efrînê hemû di çembera agir de mabû. Piştî çend kêliyan, gel hovîtiya dewlet Tirk ferq kirin, di şerê berxwedana Serdemê de gel û şervan wek neynûk û goşt bi hev re girêdayî bûn. Gelek qetlîam çêbûn û sivîlan jiyana xwe ji dest dan, li wir me wê rastiyê dît ku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd qir bike hemû êrîşên hov li ser wan dan meşandin. Hemû rastiya dîroka osmaniyan di wê şerê de li ber çav hat dîtin. Ruxmê êrîşan jî berxwedana gelê Efrînê bersiva dagirkeriyê bû."
“Dîrokê şahidiya Berxwedana Serdemê kir”
Sozda Oremar rola ragihandina azad di şerê Efrînê de wiha tînê ziman: "Hemû Rojnamevanan 58 rojan bênavber kar û xebat meşandin. Ji bo ku em lehengiya şervanên YPJ/YPG'ê û berxwedaniya gelê Efrînê bikin malê dîrokê gelek xebat hatin meşandin. Di wê şerê de rojnamevanan gelek dîmenên bi êş ên ku mirov nikare rabike kişandin û bûn mala dîrokê. Dîrokê şahidiya berxwedana Serdemê kir. Wek rojnamevan bi objektîfên xwe em bikaribin van rastiyan ragihînin, gelek hewldanên mezin hatin kirin. Me li ku derê bi kameraya xwe rastiyan dikişand, yekser em dibûn armanca balafirên dewleta Tirk. Ruxmê hemû zehmetiyan, ji bo em bikaribin rastiyan nîşan bidin têkoşînek mezin hat raberkirin. Rojnamevanan ruxmê êrîşan hewldanek bêhempa nîşan dan ku rastiya berxwedanê û hovîtiya dewleta Tirk di raya giştî de raxin ber çavan. Me bi kamerayên xwe, di wî şerî de girêdana gel ji Rêber Apo, şervan û axê re nîşanî tevahî cîhanê da. Dibe ku Efrîn hatibe dagirkirin lê berxwedana gel bi ser ket. Dîmenên wehşetê ji cihên pêwendîdar re hatin şandin, mixabin tu sazî û dezgehên mafê mirovan dengê xwe nekirin û li beramber rastiyan ker, lal û kor man."
“Rohenda û Tolhildan destana Efrînê dinivîsandin”
Sozda şehîd û birîndarên endamên ragihandinê bi bîr anî û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Hevalên kar û xebatên ragihandinê dikirin, yekser di çeperan şer de, li kêleka şervanan cihê xwe digirtin. Yek ji wan Endama Ragihandina Yekîneyên Parastina Jinê, Tolhildan bû. Tolhildan ji Efrînê bû, ji bo ku bikaribe lehengiya şervanan di çeperên şer de nîşan bide, heta dawî bi kamera û pênûsa xwe şer kir. Pir dîmenên ku di berxwedana serdemê de hatine kişandin aîdê Tolhildanê bûn. Tolhildan heta dawî şer kir û bi bavê xwe re şehîd bû. Di heman demê de Endama Ragihandina Yekîneyên Parastina Jinê Rohenda hebû. Li hemû çeperên şer geriya û bi rûkeniyek mezin hêz dida şervanan. Rohenda hemû dîmenên berxwedana Serdemê bi kelecan û evînek mezin digirt û her dem digot Efrîn naçe, ji ber berxwedaniyek destanî tê jiyîn û gel li pişta me ye. Rohenda jî li gundê xwe bi bavê xwe re şehîd ket. Her wiha hevalên ku pêy heqîqetê bûn hatin armanc kirin û pir ji wan birîndar bûn. Ruxmê birîndariyê jî hemû hevalên ragihandinê dizanîbûn erka wan ew e ku rastî û wehşeta li Efrînê tê jiyîn, ji raya giştî re ragihînin.
“Zarok hatin qetîlkirin”
Sozda bûyera ku herî zêde pê bi bandor bûye bi van gotinan tînê ser ziman: "Êrîşa ku li Efrînê pêk hat, bi hemû hovîtiya xwe derket holê. Gelek bûyerên bi êş hatin jiyîn, ji ber gelê Kurd in bi ruhê tolhildanê berxwedaniyek efsanevî raber kir. Bûyera ku herî zêde ez pê bandor bûm, qetlîama zarokan bû, zarokên ku dimiriyan hemû çav vekirî bûn. Li wir me vê rastiyê dît, di cîhanê de her behsa mafên zarokan tê kirin, mixabin di rastiya Efrînê de derket holê ku hemû li ser rûpelan dimînin. Zarokên ku parçe dibûn tu sûcê wan nîne, tenê sûcê wan Kurd bûn! Her wiha li gundê Tirindê malbatek siharê demjimêr 9 radibin taştê dixwin, sê xwîşk û birayek bûn, maşok li mala wan ket û hemû li ser sifreyê hatin qetîlkirin. Êrîşa li ser Efrînê ji Helepçe, Geliyê Zîlan, Şengal, Girê Spî û Serêkanî ne dûr e. Di sedsala 21'ê de pir behsa mafên mirovan tê kirin û behsa hiqûqê tê kirin lê hemû jî ne rast in û tenê li ser rûpelan dimînin. Ev yek jî li Efrînê bi qetîlkirina zarokan û heta roja îro jî li Til Rifetê berdewam dike. Hiqûqa herî rast wijdanê mirovan e ku nehêle zarok werin qetîlkirin."
“Her giha li ser koka xwe şîn dibe”
Sozda herî dawî hêviya gelê Efrînê wiha anî ziman: "Gelê Efrînê ev sê sal in li Şehbayê ruxmê hemû zor û zehmetiyan berxwedanek efsanewî dimeşîne. Ew ruhê berxwedanê li Şehbayê weke kîlîda Efrînê mêze dikin û bêhna Efrînê hildigirin. Kantona Şehbayê piştî êrîşên DAIŞ'ê wêran bûbû, welatiyên Efrînê Şehba kirin buhuşt. Heta roja îro jî dewleta Tirk bi maşokan êrîşî Şehbayê dike û çend qetlîamên din li Til Rifatê hatin jiyîn. Ruxmê wê jî gav ji paş ve neavêtin, ji ber girêdayî doza xwe ne. Xwesteka vegera gelê Efrînê îsal jî bi meşa 20'ê Çileyê diyar bû ku di bin berfê de ji zarokên 7 salî bigire heta kal û pîrên 70 salî meşiyan da ku bêhna Efrînê bigirin. Me di çavên wan de ew hêz û baweriyê dît ku ew ê carek din vegerin Efrînê. Mirov çiqas behsa berxwedana welatiyan bike jî kêm dimîne. Çeteyên dewleta Tirk dar û bêrên Efrînê jêdikin û dayikên Efrînê ji bo her dara zeytûnê dibêjin zarokê me çû. Gelek wiha ye ku pir kûr girêdayî axa xwe ye. Îdea û baweriya vî gelî, diyar dike ku dê li Efrînê bijîn û dê bigihîhe xwediyên xwe, ji ber gotinek mezinan heye dibêje her giha li ser koka xwe şîn dibe. Bajarê Efrînê ewqas xweşik e nabe çete, diz, tecawizkar û hov li wir bijîn."