Di berdêla berdana girtiyên ji herdu aliyan de agirbestek muhtemel

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê di roja 39’emîn de berdewam dikin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 11 hezar û 240 kes û piraniya wan jin û zarok in.

Navenda Nûçeyan –  Bombebarana bejayî, hewayî û deryayî yên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê berdewam dike. Îsraîl dixwaze bi qutbûna têkilî û înternet û dorpêçkirinê têkiliya Şerîda Xezayê temamî cîhanê qut bike.

Di 13’ê Mijdarê de, Îsraîl komkujiyek hovane li Jabalia ya dikeve bakurê Xezayê pêk anî, di bombebaranê de Klûba Xizmetguzariyan jî hebû, di encamê de zêdetirî 12 mal wêran bûn û 30 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di nav kesên birîndar û mirî de piranî jin û zarok in.

Li nexweşxaneyê jiyana bi hezaran kesan di xeterê de ye

Ajansa Nûçeyan a Filistînê diyar kir ku jeneratora elektrîkê ya li nexweşxaneya El-Amalê bi temamî rawestiyaye û jiyana 90 nexweşên ku tên dermankirin, ji wan 25 nexweşên di beşa rehabîlîtasyonê ya bijîjkî de ye ku niha her kêliyê bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne. Gef li ser jiyana nêzî neh hezar penaberan heye. Hat destnîşankirin ku nexweşxane niha xwe dispêre jeneratoreke pir biçûk ku elektrîkê dabîn bike ew jî ji bo tenê beşa jidayikbûnê ye, ji bilî ronîkirina beşa lezgîn ku sotemeniya mayî dê di nav 24 demjimêran de biqede dê bandorê li karê nexweşxaneyê bike, di nav de odeya emeliyata lezgîn jî heye.

Di nava çend rojan de dibe ku lihevkirina bi Hemasê re were ragihandin

Her wiha Ajansê eşkere kir ku lihevkirinek bi Hemasê re dê di nava çend rojên bê de were ragihandin, di nav de serbestberdana girtiyan ji her du aliyan, piştî ku navbeynkaran ragihandibû ku Hemas amade ye nêzî 70 zarok û jinên ku li Xezayê girtî ne, bi komî azad bike. Fîlîstîniyên ku di girtîgehên Îsraîlê de girtî ne ji bilî agirbesteke 5 rojan ku dê bi pevguhertina girtiyan re pêk were dê rê bide wan ku bi ewlehî ji Şerîda Xezayê derbasî Îsraîlê bibin.

Rayedarekî Îsraîlê bal kişand ku di navbera 240 û 250 de girtî hene, piraniya wan Îsraîlî ne, tevî welatiyên dualî yên Amerîka, Almanya û welatên din, di nav wan de 35 kesên biyanî yên ne Îsraîlî hene, piraniya wan Taylandî yên li Îsraîlê dixebitin ne.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 11 hezar û 240. Di nav wan de 4 hezar û 630 zarok, 3 hezar û 130 jin û keç hene, 29 hezar kes jî birîndar bûne.