Di Behra Marmarayê de bi pileya 5.1 erdhej çêbû

AFAD’ê ragihand ku navenda wê Kendava Gemlîkê ya li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê navenda wê Kendava Gemlîkê ya li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû.  Erdheja kul i peravên navçeya Mûdanya ya Bûrsayê çêbû, bi kûrahiya 8.98 kîlometreyan hate qeydkirin. 

Bajarên Stenbol, Bûrsa, Kocaelî û Sakarya jî bi erdhejê hesiyan.