Di ava bin erdê ya li Derneyê de qirêjiya bakteriyel hat tesbîtkirin

Li Lîbyayê piştî felaketa lêhiyê li bajarê Derneyê di hemû çavkaniyên ava binerdê de, tesbît bû ku ava kanalîzasyonê tevlî bûye û di encama rizîna cenazeyan de qirêjiya bakteriyel hat tesbîtkirin.

Navenda Nûçeyan- Felaketa li Rojhilatê Lîbyayê li bajarê Derneyê bû sedema texrîbatek mezin, xebatên analîzê yên ku ji bo çavkaniyên ava bin erdê hatine destpêkirîn berdewam dikin. Muduriyeta karên giştî yên paqijiya hewirdorê ya girêdayî Wezareta Rêveberiya xwecihî ya hikumetê, der barê xebatên xwe yên analiza çavkaniya ava bin erdê de daxuyanî da.

‘Qirêjiya kimyewî û bakteriyel hat tesbîtkirin’

Di daxuayniyê de hat diyarkirin ku lêgerîna tîmê ji lûleya ku ava deryayê li saziya sefandinê ya benderê û di çavkaniya avê de analîzên berfireh kirine û çavkaniyên avê yên li bajaran ji lehiyê bi bandor bûne û wiha hat gotin: “Lûleya mijara gotinê, di miqdarek mezin de ava deryayê dikşîne, ji bo dabînkirina ava şirîn bidin gelê Derneyê û derdora wê, saziya sefandin çêkirine. Di encama analîzê û çavkaniyên taybet ên ava bin erdê de derket holê ku bi mikrobiyal kontaminasyonel qirêj bûye. Encam di heman demê de bi tevlihevbûna ava kanalîzasyonê, di encama xirabûna cenazeyên di nava avê de weke kimyewî û bakteriyel qirêj bûye, nîşan da.”

‘Ji bo dezenfektê klor belav dikin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her dem ji bo dezenfektekirina avê klora bi awayê heb belav kirine û di heman demê de hemwelatî di çawaniya bikaranîna avê de bi awayek bi ewle de teşwîqî agahdarkirinê dikin û wiha hat gotin: “Ji çavkaniyên cuda yên avê, mînakên avê dibin di laboratuwaran de analîz dikin, di encama analîzan de û li gorî nesîhetan ji bo tedbîrên guncaw werin girtin, li bendê ne ku pêvajoya analîzê çend hefteyan berdewam bikin.”

Hê 8 hezar û 500 kes winda ne!

Di 10’ê Îlonê de li Rojhilatê Libyayê ‘Bahoza Daniel’ rabû, li bajarên Bingazî, Beyda, Merc, Suse û Derneyê bû sedema lehiyê. Rêxistîna Tendirustiyê ya Cîhanê (DSO) aşkera kiribû ku ji ber feleketa lehiyê zêdeyî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dane û 8 hezar û 500 kes winda ne.