“Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dixwazin Gelê Kurd qir bikin”
Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir diyar kir ku êrîş ne tenê li ser Başurê Kurdistanê ye û anî ziman êrîş pir alîne.
Hesekê – Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir êrîşên ku di sedsala 21'an de li dijî gelê Kurd tê meşandin nirxand û got ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de ku navenda wê Rojhilata Navîn e, dixwazin ku gelê Kurd bixwazin bi êrîşên ser HDP’ê û gelê ku netewa demokratîk hembêz kirin e, qir bikin.
Gulîxan wiha behsa armanca êrîşên li ser axa Başurê Kurdistanê kir: "Êrîşên li ser Başurê Kurdistanê ji yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin her wiha li dijî HDP'ê li Bakurê Kurdistanê ku doza Kobanê dane destpêkirin ne qutin û dewama hevdune. Ev tê wê wateyê ku dewleta tirk têkiliyekî wê yê pir xurt bi çeteyên DAIŞ'ê re heye û ji bo zindîkirina wê jî, bi gelek rê û rêbazan êrîşî gelan dikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşên qirkirinê li dijî kurdan heye."
"Ji polîtîka û êrîşên dewleta tirk re xwe kor, ker û lal nîşan didin"
Gulîxan bal kişand ser bêdengiya navneteweyî li hemberî pilan û polîtîkayên dewleta tirk li ser Kurdan û ev yek anî ziman: "Gelo çima hêzên navdewletî hebûna dewleta tirk ji xaka Sûriyê û dagirkirina bajaran, guhertina demografî, kiryarên ku dijî gelê herêmê pêk tîne, wekî dagirker nêz nabin? Çima ji polîtîkayên dewleta tirk li ser gelê Kurd û rêveberên wê, xwe kor, ker û lal nîşan didin?. Di heman wextê de hêzên navdewletî piştgiriyê didin dewleta tirk û bêdengiya hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê û Bexdayê hêz û destekê digre ku êrîşên xwe li ser herêmên parastina medyayê zêde bikin."
"Li pey êrîş û polîtîkayên li dijî gelê Kurd, hêzên derve hene"
Gulîxan da zanîn ku li pey êrîş û polîtîkayên qirkirina Kurdan ji aliyê dewleta tirk ve hêzên derve hene û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ger ku kaxeza kesk ango çiraya kesk ji dewleta tirk re ji aliyê hêzên derve re nehatiba pêxistin, nikarîbû ku gavekê jî biavêje. Her çiqasî di êrîşan de bi bin dikeve, lê dîsa jî bi rengekî pir xurt êrîşên li ser herêmên medya didin kirin. Li gor ku diyar dibe, êrîş û polîtîkayên li dijî Gelê Kurd tên kirin, bazarekî pir qirêj e û navdewletî ye jî. Di şerê cîhanê yê duyemîn de gelê ermen qir kirin, dixwazin di şerê sêyemîn de jî gelê Kurd, bi destê dewleta tirk qir bikin. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de, ku navenda wê Rojhilata Navîn e, dixwazin serkeftina komployên xwe, bi qirkirina gelê kurd misoger bikin. Lê belê, gelê ku îdeolojiya Rêber Apo hembêz kiriye û di bin sîwana netewa demokratîk de xwe birêxistin dikin, ne mumkîne ku desthilatdariyê ji xwe re qebûl bikin. Gel êdî li gorî şerê gelê şoreşgerî jiyana xwe bi rêxistin dike, ji lewra pir zor e ku bikaribin wan têk bibin."
"Pêvajoyeke girîng e"
Gulîxan bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û Bexdayê ji êrîşên li hember axa Başurê Kurdistanê, helwesta xwe zelal bikin, ji ber bêdengî hevkariyê nîşan dide. Pêvajoya ku îro Kurd têre derbas dibin pir girîng e, divê ku Kurd ji demên berê zêdetir xwedî li hev derkevin. Tevahî kevir û latên çiyayên Kurdistanê li hember dagirkeran dibin gule. Ji ber ku parêzvanên mirovahiyê xweza jî bi wan re dibe heval, ku wê herêmê biparêzin. Ger ku îro hêz û tevgera me nebûya, ne mumkîn bû ku heya niha Başûrê Kurdistanê ber xwe bide. Tevgera Azadiyê parêzvanên nasnameya Gelê Kurd e."