Di 9’ê Cotmehê de wê jin li dijî Komploya Navneteweyî li qadan bin

Endama TJA’yê Emîne Înan, diyar kir ku sedema bingehîn a qrîza civakî û kaosan polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin e û got: “Em ê jin û ciwan vê tecrîdê bişkînin. Di vê çarçoveyê de em ê di 9’ê Cotmehê de li qadan bin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 31 meh in di bin tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de tê girtin tu agahî nayê girtin. Ji daxwazên parêzer û malbatê re bersiv nayên dayîn. Polîtîkayên tecrîdê yên ku ji Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bû û Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê îsal li gelek navendan bên protestokirin. Li Amedê jî ku yek ji van navendan e, gel wê di 9’ê Cotmehê de li Parka Koşuyoluyê bên kom bibin.

Li bajêr ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) wê bi dirûşmeya “Ji Birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî” daxuyaniyeke çapemeniyê bê lidarxistin. Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan a ji bo çalakiya 9’ê Cotmehê saet 11:00’an banga tevlîbûnê kir, diyar kir ku yekane rêya derketina ji kaosê Îmraliye û destnîşan kir ku ew ê weke jin di 9’ê Cotmehê de li qadan bin.

‘Têkoşîna gelan dewletan tirsand’

Emîne Înan, diyar kir ku divê komplo baş bê dîtin û bê xwendin û got ku hat xwestin komplo bi tevahî li ser gelan bê pêkanîn. Emîne Înan diyar kir ku têkoşîna li Rojhilata Navîn tê dayîn, dewletên ku bi kedxwariyê mezin bûne ditirsîne û got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo Kurdan têkoşîneke mezin dide. Têkoşîna xwe ya herî kûr jî ji bo gelên Rojhilata Navîn da. Ev komplo ji ber vê yekê pêk hat. Ji aliyê dewletê ve wek li Rojhilata Navîn ‘xirakerê lîstikê’ bû. Ango lîstika dewletan a li hemberî gelan xira kir. Sîstemên welat xwedî têgihiştineke ku mirovan binpê dike, keda wan dixwe û dixe bin serdestiyê de. Birêz Abdullah Ocalan jî têkoşînek pir kûr û bi heybet da ku vê sîstemê hilweşîne. Avakirina jiyana demokratîk ji bo dewletan bû gef û komplo hate pêkanîn.”

‘Yekane muxatabê çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e’

Emîne Înan, anî ziman ku yekane rêya derketina ji kaosa li welat Îmralî ye û wiha axaftinên xwe berdewam kir:

“Pêwîste ev komplo bi tu awayî ji rêzê neyê girtin. Ev yek di konjonktura cîhanê de jî tê dîtin. Li rexa komployê nêzî 31 meh in tu agahî jê nayê girtin. Niha li Îmraliyê tecrîdek pir giran heye. Bi tecrîdê re girêdayî jî li ser civakê qirkirinek giran tê jiyîn. Li ser tevahî civakê, bi taybetî li ser jin û ciwanan, li ser xwezayê polîtîkayeke tund a êrişê tê meşandin. Ev tecrîd îro li tevahiya Rojhilata Navîn xwe dide der. Ger ev komplo pêk nehatiba yan jî tecrîda heyî dewam nekiriba; Tirkiye wê îro neketa nava vê kaosê. Li welêt kaoseke cidî ya civakî, aborî û çandî heye. Sedema herî mezin a vê kaosê tecrîd e.”

Diyalog süreci gelişirse halk da bu kaostan çıkar. Bizler bugün kadın hareketi olarak hem Türkiye hem de Kürdistan’da yürüyüş düzenleyeceğiz. 9 Ekim’de alanlarda olacağız. Yaşanan tecridin bir an önce son bulması gerekiyor” şeklinde konuştu.

‘Em ê di 9’ê Cotmehê de li qadan bin’

Emîne Înan, diyar kir ku komplo negihiştiye armanca xwe û li dijî tecrîda berdewam dike wê dengê xwe li qadan bilind bikin û wiha got: “Em ê jin û ciwan vê komplo û tecrîdê bişkînin. Bertekên me yên li hemberî vê her tim berdewam dikin. Niha yekane muxatabê çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e. Ev jî ji aliyê hemû civakê ve tê zanîn. Ger pêvajoya diyalogê pêş bikeve wê gel ji vê kaosê derkeve. Em ê îro weke tevgera jinan hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê meşekê li dar bixin. Em ê di 9’ê Cotmehê de li qadan bin. Divê tecrîd di zûtirîn demê de bi dawî bibe.”