Di navbera 2005-2022'yan de mafên 315 hezar zarokan hatiye binpêkirin

Saziya alîkariya zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) UNICEF diyar kir ku di navbera salên 2005-2022’an de di şer û pevçûnan de mafê 315 hezar zarokan hatiye binpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Saziya alîkariya zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) UNICEF di 6’ê Hezîrana 2023’an di rapora ku parve kir de  ragihand ku ji sala 2005’an ve dest bi çavdêriyê kiriye ji sala 2008’an ve ji ber şer 315 hezar binpêkirin li hemberî zarokan çêbûne û piranî  binpêkirin li seranserê Iraq, Afrîqa, Asya, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn pêk hatine.

Daneyên binpêkirinê wiha ne:

Zêdeyî 120 hezar zarok hatin kuştin an seqetkirin.

Herî kêm 105,000 zarok ji aliyê hêzên çekdar ve kirine leşker an bikaranîn.

Zêdeyî 32 hezar û 500 zarok hatine revandin.

Zêdeyî 16 hezar zarok rastî êrîşa zayendî hatine.

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku li seranserê cîhanê zêdeyî 16 hezar êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyan çêbûye û zêdeyî 22 hezar bûyerên redkirina gihandina alîkariya mirovî ji bo zarokan qewimîne.