Di 5 salên dawî de 7 rojnamevanên jin li Efganistanê hatin qetilkirin

Koalîsyona Jinên Rojnamegeriyê di raporta xwe de ragihand ku di 5 salên dawî de herî kêm 33 gefxwarinê, 7 kuştin, li dijî rojnamevanên jin yên Efganî tomar kirine.

Navenda Nûçeyan – Koalîsyona Jinên Rojnamegeriyê di raportekê de, dilgiraniya xwe ji gefên nediyar ên li ser rojnamevanên jin li Efganistana di bin serweriya Talîban de nîşan da û ragihand ku di 5 salên borî de, herî kêm 33 gefxwarin, 7 bûyerên qetilkirinê tomar kirine.

Koalîsyona Jinên Rojnamegeriyê di raportê de, bal kişand ser wê yekê ku jinên rojnamevan ên Efganî di bin gef, zext, sansûr, qanûnên zordar, tundî û destdirêjiyê de neçar in ku bijîn û kar bikin û di raporê de ev tişt gotin: “Rojnamegeran û rewşa giştî ya azadiya çapemeniyê li Efganîstana di bin desthilatdariya Talîbanê de rastî gelek metirsî û kêşeyan tê."

Koalîsyona Jinên Rojnamegeriyê di berdewamiya raporta xwe de amaje bi wê yekê kir ku piştî desthilatiya Talîbanê li Efganîstanê ya di Tebaxa 2021’ê de, herî kêm 800 rojnamevan û çalakvanên jin yên Efganî veguhestin cihekî ewle. Her wiha diyar kir ku Talîban li Efganistanê karkirina jinên rojnameger qedexe kiriye û got ku rojnamegeran mehkûm kirin, ew neçar kirin ku bêdeng bin, gefên mirinê li wan xwarin û tevlîbûna jinan li jiyana gel qedexe kirin.

Koalîsyona Jinên Rojnamegeriyê de her wiha diyar kir ku ew ê li ser belgekirin û eşkerekirina gefên li ser jinên rojnamevan li Efganîstanê xebatên xwe bidomînin û bang li civaka navnetewî kir ku ewlehiya rojnamevanên jin bigire û azadiya rojnamegeriyê biparêze.