Di 4 mehan de li heremên dagirkirî 26 jin û zarok hatin qetilkirin

Ji destpêka sala 2023’an heya 9’ê Gulanê, li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çekdar ên ser bi wê ve de 18 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 14 zarok hatin revandin.

Navenda Nûçeyan – Li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê yê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ve hatine dagirkirin rojane binpêkirinên mafên mivorî tên kirin. Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê binpêkirinên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî li dijî jin, mêr û zarokan li heremên Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hatine dagirkirin, bi belge dike.

Ev amaran li gorî mijar û dozên ku ji aliyê Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ve tev Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê tên şopandin, têne belgekirin û weşandin.

Li gor amarên Navenda Lêkolînê di 4 mehên ewil ên salê de binpêkirinên mafan ên li heremên dagirkirî wiha ne:

*Di 4 mehên ewil ê salê de 18 jin hatin qetilkirin, 15 jin hatin revandin, 5 jin di dema êrişan de hatin birîndarkirin,

*8 zarok hatine qetilkirin, 14 zarok hatine revandin, 17 zarok di dema êrişan de hatine birîndarkirin,

*47 mêr hatine qetilkirin, 152 mêr hatine revandin, 37 mêr di dema êrişên komên çete yên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk  de hatine birîndarkirin.