Di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê di 3 konteynirên ku weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket û bi temamî şewitîn.

Navenda Nûçeyan- Li baxçeyê B Blokê ê Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ya navçeya Îskenderûna Hatayê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Ji ber şewatê konteynir şewitîn û ketin rewşek ku nayên bikaranîn. Tîmên agirkujiyê yên li ser îxbarê hatin cihê bûyerê agir vemirandin. Ji bo sedema derketina şewatê lêkolîn hat destpêkirin.