Di 24 saetan de 126 Filistînî hatin qetilkirin

Di êrîşên Îsraîlê ya li dijî Xezayê de, di 24 saetên dawîn de bi qetilkirina 126 kesan re hejmara Filistîniyên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 23 hezar û 210’an.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê didome. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, têkildarî êrîşên 95 roj in berdewam dikin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de 126 Filistînî hatin qetilkirin û 241 kes jî birîndar bûn.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 23 hezar û 210’an

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hêj di bin kavilan de kesên ku ambulans û ekîbên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin hene û da zanîn hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de "12 qetlîam" pêkanîne. Di daxuyaniyê hate ragihandin hejmara kesên di êrîşên ji 7’ê Cotmehê vir ve tên pêkanîn de jiyana xwe ji dest dane gihişt 23 hezar û 210’an û hejmara birîndaran jî gihişt 59 hezar û 167’an.