Di 2023’an de herî kêm 320 jin hatin qetilkirin, 189 mirinên bi guman

Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa JINNEWS’ê berhev kiriye di 2023’an de herî kêm 320 jin hatine qeitlkirin û 189 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku jin û zarok hedef girtin di 2023’an de jî bingeha zêdekirina tundiyê amade kir. Di 2023’an de kuştinên jinan ku veguherî qirkirina jinan, bûyerên tundiyê yên di çapemeniyê de hatin dîtin cidiyeta tabloyê nîşan dide. Li gorî çeteleya ajansa JINNEWS’ê di 2022’an de herî kêm 311 jin hatin qetiklirin û 181 jinî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Desthilatdarî li şûna li dijî tundiyê têbikoşe, êrîşên jinên ku li dijî tundiyê daketin qadan kir. îsal heta 30’ê Kanunê di 2023’an de herî kêm 361 jin hatin qetilkirin û 212 jinan jî biguman jiyana xwe ji dest dan.

Gumanbar yên herî nêz in

Jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 102 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 34 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 32 jin ji aliyê mêrên ku di asta destberdanê de bûn, 29 jin ji aliyê nasên xwe ve, 24 jin ji aliyê hevalên xwe ve, 20 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 12 jin ji aliyê kesên nas nakin ve, 10 jin ji aliyê kesên pê re dijiyan, 9 jin ji aliyê kesên jê veqetiyane, 7 jin ji aliyê birayên xwe ve, 3 jin ji aliyê bav, 2 jin ji aliyê zava,  yek jî ji aliyê destgirtiyê xwe ve hatiye qetilkirin.