Di 15 salan de 44 kes bi lêdana wesayîdên zirxî jiyana xwe ji dest dan

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, rapora xwe ya 15 salên dawî eşkere kir. Li gorî raporê ji ber lêdana wesayîdên zirxî yên leşker û polîsan, 21 jê zarok bi giştî 44 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê, rapora xwe ya der barê kesên li Kurdistanê di encama lêdana wesayîdên leşker û polîsan û yên zirxî de jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji Tîrmeha 2019'an de li ser "Rapora Lêpirsînê ya Têkildarî Binpêkirina Mafê Jiyanê ya Di Encama Lêdana Wesayîdên Zirxî de" hat weşandin de, hat ragihandin ku rapor hatiye nûkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Herî dawî bi mirina Erdem Aşkan ê ku duh di 7’ê Hezîrana 2023’an re li Geverê wesayîda zirxî lê da, di 15 salên dawî de li bajarên Kurdan, di 82 bûyerên lêdana wesayîdên zirxî û yên di bin kontrola hêzên qanûnê de, 21 jê zarok 44 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 23 jê zarok 94 welatî jî bîrindar bûn.”

Bi taybetî li herêmên Kurdan ev qeza diqewimin’

Di raporê de bal hat kişandin ku qezayên diqewimin ji pirsgirêka Kurd ne cuda ne û wiha hat gotin: “Li bajarên Kurdan, gîredayî pirsgirêka Kurd li qadên ku tundî û pevçûn zêde hene, ji ber bikaranîna bêqural a maşîneyên zirxî yên bi hejmareke bêsînor tên girtin û her dem di dewriyeyê de ne qeza zêde bûne û ev yek binpêkirina mafê jiyanê ye.” Di raporê de her wiha ev daxwaz jî hatin rêzkirin:

*Bi raporan hatiye tasbîtkirin ku wesayîdên zirxî ji bo bikaranîna li qadên jiyana civakî ne guncaw in,

*Li hemberî binpêkirinên ku di encama bikaranîna wesayîdan ji aliyê erkdarên dewletê yên li herêmê erka xwe dikin ve, pêk tên divê tedbîrên pêşîlêgirtinê yên bi bandor bên girtin.

*Ji ber polîtîkaya bêcezatiyê, em daxwaza lêpirsînên bi bandor ên edlî û îdarî yên der barê erkdarên dewletê yên kiryarên bûyerên ku dibin sedema mirin û birîndarkirinê, bê meşandin.