Di 11 salan de 695 zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

Li gorî rapora ÎSÎG’ê; ji sala 2013’an vir ve herî kêm 695 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) têkildarî xebitandina zarokan raporek parve kir. Di raporê de daneyên ji sala 2013’an vir ve hene. Di rapora ku ÎSÎG’ê li ser malpera xwe perve kir de; hat diyarkirin ku ji sala 2013’an vir ve herî kêm 695 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Herî zêde li Rihayê zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

Ji 695 zarokên ku jiyana xwe ji dest dane 596 jê zarokên kur in û 99 jê jî zarokên keç in. Di raporê de hat zanîn ku herî zêde li Riha zarokên karker jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên raporê; 383 zarok di karên çandiniyê û daristanê de jiyana xwe ji dest dane, 75 zarok di karên înşeatê û rêyan de jiyana xwe ji dest dane, 52 zarok di karên metal de jiyana xwe ji dest dane, 49 zarok di karê mêvanxaneyan de jiyana xwe ji dest dane, 24 zarok jî di karên zexîreyan de jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku 80 zarokên ku jiyana xwe ji dest dane zarokên penaber in.