Di 10 salan de 4 hezar û 197 jin hatin qetilkirin

Cîgira Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê Sumeyye Gultekîn têkildarî qetlîamên jinan axivî û got: "Pir vekiriye ku tevgera desthilatdariya siyasî ya bi tunehesibandina destkeftiyên jinan û polîtîkayên bêcezatiyê tundî û cînayetan zêde dike."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih- Li Tirkiyeyê 4 mehên destpêkê yên sala 2023’an jî di nav de, di 10 salên dawî de bi giştî 4 hezar û 197 jin hatin qetilkirin. Li gorî çeteleya mehaneya tundiyê ya JINNEWS'ê, di meha Nîsanê de 23 jin hatin qetilkirin, 17 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.  Dîsa li gorî heman daneyan jî di 4 mehan de 86 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Qetlîamên jinan ên di erdhej û pêvajoya hilbijartinê de ji nedîtî ve hat dîtin, roj bi roj zêde dibe, daraz di dozên qetlîamên jinan de bikaranîna reftarên baş û daxistina tehrîka neheq berdewam dike.

Em bi cîgira seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê Sumeyye Gultekîn re der barê qetilkirina jinan de axivîn. Sumeyye Gultekîn diyar kir ku li bajêr qetilkirina jinan û polîtîkayên şerê taybet zêde bûne, da zanîn ku wek navend şopdarên dosyayên tundî û qetlîamên li dijî jinan ên li bajêr in. Sumeyye Gultekîn sedemên zêdebûna qetlîamên jinan, helwesta darazê ya li ser vê mijarê û tedbîrên ku divê bên girtin ji ajansa me re nirxand.

'Polîtîkayên şerê taybet di rojevê de ne'

Sumeyye Gultekin di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jinên di mehên dawî de li Êlihê tên qetilkirin, da zanîn ku li bajêr di nava 20 rojan de 2 jin hatine qetilkirin. Sumeyye Gultekîn, diyar kir ku têkildarî zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan daxuyaniya çapemeniyê dane û wiha got: “Êlih di salên dawî de wekî salên 1990’î bi polîtîkayên cînayetên jinan û şerê taybet gelek zêde hat rojevê. Ev rewş bi rastî jî nîşaneya negirtina tedbîrên pêwîst ên ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan û cînayetên wan e, betalkirina Peymana Stenbolê hêz û wêrekiyê dide mêran, polîtîkayên bêcezatiyê û nêzîkatiya îqtîdara siyasî ya li hemberî jinan e.”

'Em niha 6 dosyayên cinayetên jinan dişopînin’

Sumeyye Gultekîn, bal kişand ku li Êlihê di 5 mehên dawî de 3 jin hatine qetilkirin û da zanîn ku mirina bi awayekî bi guman jî li gorî vê yekê zêde dibe. Sumeyye Gultekîn der barê dosyayên ku wek navend şopandine de ev agahî dan; “Weke Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê 3 dosyayên kuştina jinan hene ku em bi xwe di sala 2023’an de dişopînin. Du ji van dosyayan dosyaya cînayetên jinan in, ya din jî dosyaya teşebusa kuştinê ye. Ji xeynî van di 10’ê Nîsanê de li Heskêfê jinek din jî hat qetilkirin. Ev hemû dosya hê jî di pêvajoya lêpirsînê de ne. Dema em li tevahiya Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku di meha Adarê de 29 cînayetên jinan çêbûne û 19 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Mixabin, ev hejmar û dane pir tirsnak in. Tevî ku tevlibûna me ya dosyayan li Êlihê û li tevahiya Tirkiyeyê berdewam dike jî; li Êlihê wek navend bi giştî 6 dozên cinayetên jinan û teşebusa qetilkirina li dijî 5 jinan ên di qonaxa lêpirsîn û gihandinê heye.”

 ‘Bicihneanîna rêziknameyan cînayetan rewa dike'

Sumeyye Gultekîn behsa sedemên zêdebûna qetlîamên jinan kir û wiha got: "Pir vekiriye ku tevgera îqtîdara siyasî ya bi tunehesibandina destkeftiyên jinan û polîtîkayên bêcezatiyê yên darazê tundiya li dijî jinan û cînayetên wan zêde dike.” Sumeyye Gultekîn, anî ziman ku sedema zêdebûna tundî û qetlîaman ziman, newekheviya zayendî, rolên civakî û helwesta darazê ye û destnîşan kir ku qanûnên heyî ne jinan, malbatê diparezin.”

Sumeyye Gultekîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wekî ku tê zanîn, piştî betalkirina Peymana Stenbolê, ji bo parastina jinan li dijî tundiyê û ji bo ku çerxa tundiyê dubare nebe tedbîrên pêwîst bigre, ji bilî qanûna bi hejmara 6284’an a Parastina Malbatê û Pêşîgirtina li Tundiya li Ser Jinan, tu rêziknameya qanûnî ya ku em bikaribin serî lê bidin tune ye. Ji bo parastina jinan ji tundî û qetilkirinê tenê rêziknameyek qanûnî heye lê rakirina vê rêziknameyê di dema hilbijartinê de weke şertê tifaqê, ji bo xurtkirina feraseta mêranî û rewakirina tundî û cînayetên jinan e. Dîsa dema ku em li motîfên cînayetan wek qalibekî nîzama baviksalarî dinêrin, em her dem li vê herêmê bi heman qalîban re rû bi rû dimînin. Em dibînin ku bûyerên wek lihevnekirin, krîza aborî û bêkarî di vê heyama dawî de cînayetên jinan zêde dike. Herî dawî bi qanûnên hevberdanê zehmet dikin re, kêmbûna qanûnên ku jinan li hember tundî û kuştinê diparêzin, bi awayekî vekirî tundiya li ser jinan û kuştina wan zêde dike. Dema ev hemû bi hev re bên fikirandin, çavkaniya cînayetên jinan li ser zemîneke hevpar ava dibe.”

'Polîtîkaya bêcezatiyê bi awayekî pergalî tê meşandin'

Sumeyye Gultekîn diyar kir ku di dozên jinan ên darazê de polîtîkayên bêcezatiyê, reftarên baş û daxistina tehrîka neheq derketin pêş û wiha got: “Em dizanin ku kiryar ji van polîtîkayên bêcezatiyê hêz û wêrekiyê digrin. Mafên ku bi taybetî ji bo jinan bi zagonan ketine bin temînatê di jiyana rast de nayên bicihanîn, pîvanên hiqûqa navneteweyî yên ku divê di qonaxa lêpirsîn û dozgeriyê de werin şopandin nayên pêkanîn, lêpirsînek bi bandor nayê kirin û tunebûna delîlan hinek ji van sedeman in. Dîsa sedemên wekî negirtina navendê ya mafên mexdûran, berdewamkirina darizandinan, bê girtî darizandina sûcdarên tundiyê, pasîfbûna erkdaran, negirtina tedbîrên parastinê û pêşîlêgirtinê yên ku pêvidiya jinan heye yan jî derengdayîn û kêmdayîn, reftarên baş û kêmkirina tehrîka neheq wekî diyardeyên tên dîtin a pêkanîna bêcezatiyê derdikeve pêşberî me. Di hemû pêvajoyan de ne mafên jinan, mafên sûcdaran dikevin pêşî. Jinên ku ji bo ji tundiyê xilas bibin li qereqolên ku serî li wan didin, bi kiryarên tundiyê re tên lihevanîn û radestî kiryar tên kirin. Tevî ku di Peymana Stenbolê de ev yek bi awayekî eşkere qedexe ye jî jinan dişînin buroyên lihevanînê. Tedbîrên demkurt û bêbandor li ser jinên ku dixwazin biryarên tedbîrê bigrin tên ferzkirin û jin tên tirsandin û terkî rehma mêr tên kirin.”

'Pêwîst e Peymana Stenbolê bi temamî were pêkanîn’

Sumeyye Gultekîn, diyar kir ku helwesta darazê ya di dozên qetlîamên jinan û tundiya li ser wan de gelekî zelal e û destnîşan kir ku bi vê helwestê mêr xurtir dibin, wêrek dibin û tundiyê berdewam dikin. Sumeyye Gultekîn ku hebûna çanda feodal a serdest a mêr û hîna jî berdewamkirina serdestiya xwe yek ji pirsgirêka herî mezin dinirxîne wiha axivî: “Divê Wezareta Perwerdeya Neteweyî di hemû mufredat û amûrên dersê de dev ji nêzîkatiya ku jinan tenê di malê de nîşan dide berde û di tevahiya heyama perwerdeyê de mijarên li ser bingeha wekheviya zayendî bide. Dîsa ji bo parastina maf û azadiya jinan, wekheviya jin û mêran divê qanûn bên xurtkirin û Peymana Stenbolê bi tevahî bê bicihanîn. Divê daraz li dadgehan dawî li polîtîkayên reftara baş û bêcezatiyê bîne û erkdarên dewletê bi awayekî ku qanûnên jimare 6284 û Peymana Stenbolê digre nava perwerdeya taybet bîbinin û di vê mijarê de bên îxtîsaskirin. Divê malên stargehan bên piştgirîkirin û xizmet zêde bibin, bêyî ku bibe sedema zimanê nûçeyan, rêzefîlmên televîzyonê, fîlm û çîrokên ku bi riyên nivîskî, dîtbarî yan dîjîtal teşwîqê tundî û qetilkirina li dijî jinan dikin û kujeran rewa dikin, demildest dûr bikevin.”