DFG: Rojnamevanan berdin

DFG bi daxuyaniyekê bertek nîşanî li Amedê binçavkirina 2 rojnamevanan da û got: “Hewl didin ji pîşeya me re astengiyan derbixin.”

Navenda Nûçeyan – Komeleye Rojnamevanan ya Dîcle Firat (DFG) derbarê serdegirtina malan li Amedê ku rojnemavan Nurcan Yalçin û Derya Us hatin binçavkirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hinceta binçavkirinê her çend ji aliyê emniyetê ve neyê eşkerekirin, em dizanin yek ji oparasyonên bi armanca krîminalîzekirina pîşeya me ye. Zextên li dijî çapemeniyê di salên dawî de deshilata AKP-MHP zêde kir, bi taybet li dijî rojnamevanên Kurd tacîza darazê her roja diçe zêdetir kiriye.”

‘Rojnamevanan berdin’

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya Komara Stenbolê ve nûçegihanên ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayumat beriya demekê hatine girtin û wiha hate gotin: “Li Esra Solîn Dal ferzkirina lêgeîrna tazî lê hate kirin û hê di hucreya yek kesî de tê hêlan.” Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di operasyonên dû salên dawî de nêzî 40 kedkarên çapemeniya azad hatine girtin û wiha hate gotin:

“Ev operasyon berdewamiya operasyonên  li dijî bêdengkirina rojnamevanên Kurd e, hewl didin li pêşiya pîşeya me bibin asteng. Tevî hemû zextan rojnamevanên Kurd kêliyekê ji dest ji nivîsîna rastiyê bernedan û wê têkoşîna xwe ya li dijî vê berdewam bike. Wê têkoşîna me ya heta heqîqet bigihe gel û hevpîşeyên me were berdan berdewam bike. Em bang li hemû rêxistinên pîşeyan û hevpîşeyên xwe dikin ji bo xwedî li pirsgirêka rojnamevanan derbikevin dinava piştevaniyê de bin. Rojnamevantî ne sûc e. Rojnamevanan berdin.”