DFG: Hêjmara Rojnamevanên girtî bû 63

Di rapora binpêkirina mafan a îlonê ya DFG’ê ya li hemberî xebatkarên çapemeniyê de, hat diyarkirin ku hêjmara rojnamevanên girtî derketiye 63’an, 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 4 hatin girtin û 7 rojnamevan jî bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafan ên li Dijî Rojnamevanan ên Meha Îlonê” parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku hêjmara rojnamevanên girtî derketiye 63’an, 5 sal û 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li 7 rojnamevanan hatiye birîn.

Di raporê de hat ragihandin ku binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî Rojnamevanan bê dawî ne, hate diyarkirin ku rojnamevanên ku li hemberî van hemûyan di şopandina heqîqetê de israr dikin, ji bo parastina rumeta pîşeya xwe û ji bo parastina mafê agahîgirtinê a gel li ber xwe didin. Di raporê de wiha hate gotin:

“Di meha Îlonê de li dijî mafên jiyan û ewlehiyê yên Rojnamevanan gelek binpêkirin hatin kirin. Li gel binçavkirin û girtinan, gef li Rojnamevanan hatin xwarin û rastî pêkanînên xirab hatin. Gelek caran hatin astengkirin ku nûçeyan neşopînin. Di qada azadiya fikir û xweîfadekirinê de rastî gelek binpêkirinan hatin. Derbarê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin, doz hatin vekirin û ceza lê hatin birîn. Di vê mehê de gelek Rojnamevan li ber deriyên dadgehan bûn.”

Darizandin berdewam dikin

Di raporê de: “Weke hûn dizanin Hevseroka Komeleya me Dîcle Muftuoglû hîna girtî ye. Ber bi dawiya meha Îlonê ve der barê wê de îdianame hate amadekirin lê hîna dadgeha ku dê lê were darizandin û dîroka danişînê nehatiye diyarkirin. Heman rewş ji bo edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz jî derbasdar e. Di nava meha Îlonê de danişîna doza hin rojnamevanên girtî yên weke Abdurrahman Gok, M. Şah Oruç, Remzî Akkaya û Hamdulah Bayram hebû, lê mixabin kesek ji wan nehat berdan. Wê di hefteya pêşîn a meha Cotmehê de danişîna Gerînendeyê Weşana Giştî yê Televîzyona Tele 1’ê Merdan Yanardag bê lidarxistin. Em dîsa dubare dibêjin ku bila Yanardag were berdan.”

Binpêkirinên li girtîgehan

Di raporê de binpêkirinên li dijî Rojnamevanan ên li girtîgehan hatin vegotin, ev binpêkirin wiha hatin rêzkirin: “Li aliyê din li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan jî bi dawî nabin. Hevseroka me Dîcle Muftuoglu jî di nav de gelek rojnamevan di nava çar dîwaran de rastî binpêkirinên mafan hatin. Ev yek jî nîşan dide ku desthilata AKP’ê çiqas ji rojnamevanan ditirse. Nivîskar û rojnamevan Celalettîn Can ê tevî nexweş e jî hîna di girtîgehê de tê ragirtin, aciz bûye û rakirine nexweşxaneyê. Pişt re careke din şandine girtîgehê. Ev pêkanîna li dijî Can ê li hemberî bêhiqûqiyê serî rakir û bi rojnameya Ozgur Gundemê re kete nava piştevaniyê û xwediyê sekneke birûmet e nayê qebûlkirin. Em dixwazin ku Can demildest bê berdan.”

Di raporê de daneyên, 12 Rojnamevan hatin binçavkirin, 4 jê hatin girtin, 3 Rojnamevan rastî muameleya xerab hatin, li 10 Rojnamevan hatin astengkirin ku nûçeyan bişopînin, 6 Rojnamevan li girtîgehan binpêkirin, 6 Rojnamevan rastî lêpirsînê hatin, 7 Rojnamevan jî bi 5 sal û 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hatin ceza kirin û 848 roj cezayên edlî yê pere hatin birîn, 11 qedexeyên weşanê, 164 naveroka medyaya dîjîtal û 268 nûçe hatine qedexekirin, cih girtin.