DFG: Ev operasyona hilbijartinê ye

DFG'ê di daxuyaniya xwe ya derbarê operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnamegeran de got, “Ev operasyona hilbijartinê ye. Divê demildest dawî li van operasyonên li hemberî rojnamegeran bê.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî operasyonên navenda wê Amed û li 21 bajarî hat kirin û operasyona vê serê sibehê navenda wê Enqere pêk hat daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de hat gotin di 25'ê Nîsanê de li Amedê ji 10 rojnamegerên hatine binçavkirin 4 jê hatine girtin û 6 rojnameger bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di pirs û sucdarkirinên li dijî rojnamegeran de tenê nûçeyên ku ew çêkirine cih digre û wiha hat gotin:

“Em wekî rojnameger hîn li ber edliyeyê û li korîdorên edliyeyê bûn mixabin di 29'ê Nîsanê de em bi operasyoneke din şiyar bûn. Bi ser malên Hevseroka komeleya me Dicle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz de hat girtin û hatin binçavkirin. Hevseroka me Dîcle di zexteke biçûk a li hemberî rojnamegeran de jî vê gavê diçe ber edliyeyê. Ev bi rojan e li ber edliyeya Amedê heta derengiya şevê sekiniye û bi hempîşeyên xwe yên rojnameger re ketiye nava piştevaniyê.”

Bila rojnameger bên berdan

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 10 mehên dawî de bi operasyonên li dijî rojnamegeran 30 hempîşeyên wan hatin girtin û binçavkirin û wiha hat gotin: “Em dizanin ev operasyona berdewamiya operasyonên li dijî azadiya ramanê, mafê girtina nûçeyan, çapemeniya azad û operasyona bêdengkirina rojnamegerên kurd e. Ji hilbijartina herî krîtîk a di dîroka vî welatî de hindik maye. Loma jî bêguman ev operasyona hilbijartinê ye. Divê demildest dawî li van operasyonên li hemberî rojnamegeran bê. Çapemeniya azad bi salan e li dijî her zext û zordestiyê li ser piyan ma. Serî netewand û pênûsa xwe netewand. Wê kedkarên çapemeniya azad a ku parolaya wan 'heqîqet e' îro jî serî netewînin. Ev gavên ji bo çewisandina rojnameger û mafê girtina nûçeyan a gel belasebe ye. Divê Hevseroka komeleya me Dicle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz demildest bên berdan. Hûn ê nikaribin pênûsa heqîqetê bitewînin û çapemeniya azad bêdeng bikin!"