DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir

DFG’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û wiha got: “Bi hêza em ji wan digirin dê bi israr û bi înad rastiya vebêjin.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (SFG) têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirrînê de hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, duh saet derdora 15.20’ê li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirrînê de hedef hatin girtin. Her du rojnameger, di encama êrişa bi SÎHA’yan a Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Em, êrişa li dijî hempîşeyên xwe şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê li her qadê hesaba vê komkujiyê bipirsin û dev ji qetilkaran bernedin. Nazim û Cîhan, du rojnamegerên hêja bûn ku heqîqeta şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi raya giştî re parve dikirin. Bi hêza em ji wan digirin re em ê bi israr û bi înad rastiyan vebêjin.”