DFG’ê bang kir: Azadiya çapemeniyê biparêzin

DFG'ê ji bo 4 rojnamevanên li Tirkiyeyê di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî da û li dijî bêhiqûqiyan banga parastina azadiya çapemeniyê kir.

Navenda Nûçeyan- Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) der barê Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan û Edîtora T24’ê Sîbel Yukler ên li Enqereyê, li Îzmîrê Nûçegihana MA’yê Delal Akyuz û li Stenbolê jî Edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek îro danê sibehê hatin binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hema her roj rojnameger di encama serdegirtina malên xwe de tên binçavkirin, hate diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de 4 rojnameger bi hinceta ku nûçeya guhertina cihê peywirê dozgerê lêpirsînê Mehmet Karababa ku îdianameya 18 rojnamegerên amedekir û hevjina wî Seda Karababa ku di heyeta li dozê dinerê de cih digre, parve kirine hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Peywira rojnamevanek nûçe çêkirin û parvekirina nûçeyan e. Pîşandin û tayînkirinên ji aliyê Lijneya Dadwer û Dozgeran ve tên kirin her pêvajo nirxa nûçeyê hildigre û tên nûçekirin. Di nav de her tim navên ku bala rojnamevanan dikşînin hene û dem bi dem der barê navên derdikevin pêş de nûçeyên taybet tên çêkirin. Niha ji ber hinceteke wiha binçavkirina rojnamevanan, di wesfa giraniya rewşê radixe ber çavan de ye.

‘Tiştên tê jiyin bêhiqûqî ye’

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku serdegirtina malên rojnemegeran, binçavkirin û girtin bi dawî bibin û wiha hate gotin:

“Ji ber vê yekê em carek din dubare dikin; tişta ku niha tê kirin bê hiqûqiye. Rojnamegerên ku hatin binçavkirin bê sûcin. Ji ber vê jî divê demildest werin berdan. Em banga piştevaniyê li ên ku dibêjin ez rojnamegerek  serbilindim, hemû hevpişeyên  ku parastina mafê gel ê nûçe girtin dikin li dijî vê bê qanûniyê derbikevin. Ev daxuyaniya me bangek ji bo rêxsitinê pişeyî yên netewî û navnetewî û hewirdorên demoqratîke. Divê ji bo havalên me ên rojnameger werin berdan bikevin tevgerê. Em bang dikin ku cardin ev zextên li dijî rêxistinên pişeya çapemeniyê, tên jiyankirin dengên xwe hîn zêdetir derbixin û li dijî vê pêkanîna bêhiqûqî ya desthilatê bêjin raweste.”