DFG: Di meha Cotmehê de ceza li 11 rojnamevanan hat birîn

Li gorî rapora meha Cotmehê ya DFG’ê, 19 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li 11 rojnamevanan hatiye birîn.

Amed- Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Cotmehê” aşkere kir. Di rapora DFG’ê de wiha hat gotin: “Di meha Cotmehê de rojnamevanên li qadan dixebitîn hedef hatin binçavkirin û nûçe çêkirina wan hat astengkirin. Tenê di meha Cotmehê de 9 hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de hatin astengkirin û bi tundî û gefa polîsan re rû bi rû man.

Mînaka vê ya herî berbiçav jî êrişa li dijî xebatkarên çapemeniya azad bû. Polîsên ku êrişî mitînga ku di 13’ê Cotmehê de ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê hat lidarxistin kirin, çar rojnamevanên jin di dema şopandina nûçeyê de hatin astengkirin. Di 15’ê Cotmehê de jî 3 rojnamevanên ku di çalakiya “Ji şer re na, niha aştî” ya li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya Şirnexê hat lidarxistin de nûçe dişopandin hatin astengkirin û binçavkirin. Desthilatdarî, ji aliyekî ve gotinên “aştî” tîne ziman, li aliyê din jî li qadê li dijî kesên aştiyê dixwazin zext û êrişên xwe zêde dikin û rojnamevan hedef girtin. Di bingeha van polîtîkayên desthilatdariyê de di meha Cotmehê ya 9 rojnamevan hatin binçavkirin de, li 11 rojnamevanan muameleya nebaş hat kirin û gef li 7 rojnamevanan hat xwarin”

104 rojnamevan hatin darizandin

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji 39 dosyayan 104 rojnamevan tên darizandin û wiha hat gotin: “Li 11 rojnamevanan 19 sal û 8 meh û 13 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Der barê 7 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin û der barê 6 rojnamevanan de jî doz hat vekirin. Di îdianameyên der barê rojnamevanan de hatin amadekirin de ji bilî nûçeyên li ser ekolojî û jinan nûçeyên der barê tecrîdê de ku serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî îtîraf kiribû bûn mijara sûcdariyê. Di dosyayên rojnamevanên ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin de hewl tê dayîn li gorî îfadeyên şahidên ‘veşartî’ û ‘aşkere’ ‘têkiliya rêxistinê’ bê avakirin.”

Di berdewamiya raporê de ev tişt hat gotin: “Ev şer jî bi riya RTUK û BTK’ê tê birêvebirin. Di bûyerên li Tirkiyeyê de yekem tişta ku desthilatdarî dike bêdengkirina medyaya dîjîtal e. Ev yek ji sansurê wêdetir bûye rejîmeke zordar a faşîzan. Weke di cînayeta Narîn Guranê de, di êrişa TÛSAŞ’ê de jî mecrayên weke X, Înstagram, Facebook û Youtubê ku di cîhanê de herî zêde aboneyên wan hene ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Desthilata ku veşartina rastiyan a ji gel ji xwe re kiriye regez, xwegihandina 119 hesabên medyaya dîjîtal asteng kir, bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal gelek welatî jî binçav kirin.

Cezayên RTUK’ê

Xwegihandina gelek nûçeyên rojnameya weşana rojane dike, hatin astengkirin, di meha Cotmehê de der barê 3 hejmarên rojnameyê de biryara komkirinê hat dayîn. Weke ku ev biryara berê têr nekiribe, xwegihandina qunciknivîseke di rojnameyê de hat weşandin jî hat astengkirin. Her wiha belavkarên rojnameyê hatin binçavkirin û gef li wan hat xwarin.  Radyoya Açik ku cudahiyan di nava xwe de dihewîne, li ser pirsgirêkên civakî û krîza avhewayê disekine di weşana radyoyê de weke mînak tê nîşandan, bi salan e bi cezayên pereyan ên RTUK’ê re rû bi rû ye. RTUK’ê herî dawî, weşana Radyoya Açikê bi dawî kir.

 Zagonkirina bandora sîxortiyê

Yek ji geşedanên girîng ên di meha cotmehê de pêk hatin jî bû derbaskirina pêşnûmeqanûna “Sîxurgeriya bandorkirinê” ya ji 23 xalan pêk tê ji Komîsyona Edaletê ya Meclisê ku rojnamevan û muxalefet li dijî wê ne. Li gorî xala 16’emîn a pêşnûmeqanûnê ku tê payîn dê di rojên pêş de bînin Lijneya Giştî ya Meclisê bi guhertina TCK’ê re sûcekî nû yê têkildarî sîxuriyê bê avakirin. Der barê kesên ev sûc kirine de ji 3 salan heta 7 salan dikare cezayê hepsê bê dayîn. Ev yek dê li dijî azadiya çapemeniyê bibe gefek. Ji bilî van hemû binpêkirinên mafan, hevgirtina rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî di meha Cotmehê de rê li ber encamên girîng vekir. Di binçavkirina rojnamegeran a li Amed û Şirnexê û astengkirina şopandina wan a nûçeyan, girtina weşana Radyoya Açikê û danişîna biryarê ya der barê hevseroka me Dîcle Muftuoglu de ku bi beraetê encam girt de, rêxistinên pîşeyî reflekseke hevpar nîşan dan û toreke girîng a hevgirtinê derxistin holê. Bi vê boneyê em spasiyên xwe pêşkeşî hemû rêxistinên pîşeyî yên piştgirî dane dikin û bang dikin ku vê tora hevgirtinê mezin bikin.

Binpêkirinên di meha Cotmehê de hatine jiyîn wiha ne: Rojnamevanek rastî êrişê hat, bi ser mala rojnamevanek de hat girtin, 9 rojnamevan hatin binçavkirin. rojnamevanek hat girtin, gef li 11 rojnamevanan hat xwarin, şopandina nûçeyên 9 rojnamevanan hat astengkirin. 7 rojnamevan rastî muameleya xirab hatin. Hê 38 rojnamevan di girtîgehê de ne.”