Dezenformasyona sîstematîk a medyayê, Rojava dike hedef
Hevseroka Yekîtiya Medyaya Azad a li Qamişloyê Evîn Îbrahîm balkişand ser şerê medyayê, diyar kir ku êdî ev şer bi nûçeyan sînordar nîne û wiha got: “Di nav de avakirina artêşên elektronîkî yên rêxistinkirî hene."
ESMA MUHAMMED
Qamişlo- Kampanyayên rêxistinkirî yên ji bo guhertina rastiyan, reşkirina kesayetên şoreşger, têkbirina baweriya bi saziyên herêmî û kûrkirina dabeşbûnên di navbera civakan de, di dezgehên medyayê û platformên medyaya civakî de her ku diçe gelemperî dibin. Hemû jî armanc dikin ku xizmeta ajendayên siyasî yên herêmî û navneteweyî bikin.
Hevseroka Yekîtiya Medyaya Azad a li Qamişloyê Evîn Îbrahîm diyar kir ku şerê ku îro tê meşandin êdî ne tenê leşkerî ye, veguheriye hişmendiya civakê. Evîn Îbrahîm destnîşan kir ku vegotinên çêkirî û şîrovekirinên ji nû ve yên bûyeran tên bikaranîn û sedema wê wiha got: “Ji bo ku bandorê li raya giştî bikin û têgihîştinên tiştên ku li herêmê diqewimin ji nû ve bi teşe bikin. Bi zêdebûna pevçûnên herêmî û navneteweyî û hevgirtina projeyên bandorê li herêmê dikin re, pevçûna li Sûriyeyê êdî bi eniyên leşkerî an xetên têkiliyê ve sînordar nîne. Qada hişmendiya giştî jî bûye qada aşkera ya şer. Bi beşdarbûna gelek aktorên navneteweyî û herêmî, dezenformasyona medyayê bûye amûrek stratejîk a sofîstîke. Amûrek ku ji bo ji nû ve şekildana têgihîştina kolektîf, bandorkirina helwestên civakî û ji nû ve pênasekirina qurbanî û sûcdar a li gorî berjewendiyên siyasî yên bi taybetî tên bikaranîn.”
‘Medya bi awayekî sîstematîk wekî amûrek hatiye bikaranîn’
Evîn bi bîr xist ku li Rojava ku ceribandina xwerêveberiyê û civakên herêmî bi pirsgirêkên hebûnî yên tevlihev re rû bi rû ne û wiha pê de çû: “Medya bi awayekî sîstematîk wekî amûrek ji bo ji nû ve şekildana rastiyê, rewakirina binpêkirinan û çêkirina vegotinên alternatîf ên ku xizmetê ji rojevên herêmî û navneteweyî re dikin, bi armanca qelskirina ceribandinê û têkbirina projeya wê ya civakî, hatiye bikaranîn.”
‘Êdî bi giranî bi qada vîrtual tê meşandin’
Evîn Îbrahîm, zêdebûna dawî û rêxistinkirî ya di şerê medyayê de piştrast kir. Evîn destnîşan kir ku hedefgirtin êdî bi dezgehên medyayê an kanalên satelîtê ve sînordar nîne, bi giranî ber bi qada dîjîtal û platformên ragihandinê yên vîrtual ku bûne qada herî berfireh û bibandor a ji bo şekildana raya giştî ve çûye. Evîn rave kir ku ev platform ji bo belavkirina dubare û bi zanebûna derew û gotegotan, belavkirina gotinên nefretê û teşwîqkirina dabeşbûna di navbera Kurd, Ereb, Suryan û hêmanên din ên li herêmê de têne bikaranîn, hatiye avakirin. Evîn da zanîn ku ev palatform dixwaze bingehên hevgirtina civakî ya ku bi salan xebata hevkariyê kiriye, têk bibe.
Bi rêya qada dîjîtal hedefgirtina qada civakî
Evîn diyar kir ku îro, dezenformasyona medyayê êdî tenê bi şandina dezenformasyonê ve sînordar nîne û wiha domand: “Veguheriye pergalek yekgirtî ku li ser teknîkên sofîstîke yên avakirina vegotinên siyasî bi rêya guhertina rastiyan, vegotina bûyeran a bi awayekî bijartî, nîşandana sûcdaran wekî qurbanî û qurbaniyan wekî sûcdar, hatiye avakirin. Armanc, tevlihevkirina raya giştî, di civakê de çandina gumanan a li hember saziyan û afirandina polarîzasyonek kûr di nav avahiya civakî de ye.”
‘Êrîşên medyayê yên berdewam ên li dijî Rojava, ne tesadufî ne’
Her wiha Evîn balkişand ser şerê medyayê û anî ziman ku êdî ev şer bi nûçe an raporan ve sînordar nîne û wiha domand: “Di nav xwe de avakirina artêşên elektronîkî yên rêxistinkirî hene. Kampanyayên hedefgirtî yên bi armanca têkbirina sembolên şoreşê û xirabkirina wêneya wê di çavên raya giştî ya herêmî û navneteweyî de, hedefgirtina kesayetên siyasî, sivîl û jinan dihewîne. Êrîşên medyayê yên berdewam ên li dijî Rojava, ne tesadufî ne. Beşek ji stratejiyeke demdirêj in ku armanc dike ku tevna civakî perçe bike, di navbera civakên cûda de bêbaweriya hevbeş biçîne û baweriya bi saziyên herêmî (medya, sivîl, xizmetguzarî, an siyasî) qels bike.”
‘Qonaxa niha guhertoyek tevlihevtir û xeternaktir a van polîtîkayan temsîl dike’
Evîn destnîşan kir ku ev kampanya pirî caran bi pêşketinên leşkerî û ewlehiyê yên li herêmê re hevdem in û wiha got: “Bi taybetî jî di ronahiya tengezariyên berdewam ên bi dewleta Tirkiyê re û operasyonên leşkerî û dagirkirina bajarên wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Tel Ebyadê de ku medya ji bo rewakirin û xirabkirina rastiyên li ser erdê tê bikaranîn. Ezmûna li Sûriyeyê di salên dawî de mînakek zelal dide ka çawa medya ji bo rewakirina binpêkirinên li dijî sivîlan û nîşandana tevgerên populer ên ku mafên mirovan dixwazin wekî projeyên kaosê an komployên navneteweyî tê bikaranîn. Qonaxa niha guhertoyek tevlihevtir û xeternaktir a van polîtîkayan temsîl dike. Armanc dikin ku bi hedefgirtina sembolên şoreşger, pêşengên jin û destkeftiyên mirovî û siyasî, bingeha wê ya ehlaqî û siyasî di çavên civakê û raya giştî ya cîhanî de qels bikin.”
‘Medyaya azad wek mertalek civakî li dijî şerê agahdariyê ye’
Evîn Îbrahîm diyar kir ku dezgehên medyayê yên li Rojava, modelek medyaya azad temsîl dikin û wiha pê de çû: “Modelek li ser bingeha etîka rastiyê, berpirsyariya civakî, rêzgirtina ji bo cihêrengiyê û demokrasiyê ye. Medyaya wiha, xeta yekem a parastinê ya civakê, li dijî manîpulekirina agahdariyê pêk tîne. Rola medyaya azad ne tenê bi ragihandina nûçeyan ve sînordar e. Ew di heman demê de parastina raya giştî, pêşîgirtina li ser guherandina rastiyan û mîsogerkirina veguheztina agahdariya rast, bêyî guherandin an rojevên siyasî yên veşartî jî vedihewîne.”
‘Dezenformasyona medyayê hişmendiya kolektîf, bîr û moralê civakê jî dike hedef’
Evîn di berdewama axaftina xwe de, tekez kir ku berpirsyariya têkoşîna li dijî dezenformasyonê ne tenê ya rojnamevanan e, ya tevahiya civakê ye jî. Evîn balkişand ser pêwîstiya bilindkirina hişmendiya giştî, baştirkirina jêhatiyên verastkirina nûçeyan, analîzkirina rexneyî ya polîtîkayên medyayê û neketina bin bandora kampanyayên rêxistinkirî. Evîn Îbrahîm, nirxandinên xwe wiha domand: “Aliyê herî xeternak ê şerê agahdariyê ew e ku dikare rastiyek psîkolojîk a alternatîf biafirîne ku baweriya mirovan bi xwe, derdora xwe û saziyên wan qels dike û dibe sedema hilweşîna navxweyî ku ji pevçûna leşkerî ya rasterast xeternaktir e. Dezenformasyona medyayê ne tenê rastiyê, di heman demê de hişmendiya kolektîf, bîr û moralê civakê jî hedef digire. Medyaya azad ne luksek siyasî an vebijarkek duyemîn e, pêdiviyek stratejîk e ji bo parastina civakê, parastina destkeftiyan û mîsogerkirina berdewamiya aramiyê.”
‘Civatek hişyar û medyayek profesyonel a hişyar, bi hev re keleha herî xurt ava dikin’
Evîn da zanîn ku medyayek profesyonel a hişmend û hişyar bi hev re mertalek herî xurt li dijî hemû şêweyên şerê agahdariyê pêk tîne û wiha bidawî kir: “Civatek hişyar û medyayek profesyonel a hişyar, bi hev re keleha herî xurt li dijî her şerê agahdariyê pêk tînin. Şerê ku hewl dide hişmendiya kolektîf sexte bike û ezmûnên demokratîk têk bibe. Berpirsyariya ragihandin û parastina rastiyê li ser milê her kesê ku baweriya xwe bi nirxa azadî û edaletê û mafê gelan tîne ye. Bêyî manîpulekirin an dezenformasyonê bizanin ka li dora wan çi diqewime.”