Dewleta Tirk zarokek Êzidî radestî malbata DAIŞ'ê kiriye

Keça Êzîdî ya di bin parastina Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirk de, radestî malbata çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin ku ew revandine Tirkiyeyê û dane firotin.

Navenda Nûçeyan – Hat diyar kirin ku keça Êzîdî ya ku di sala 2017’an de piştî ji aliyê DAIŞ’ê ve li Tirkiyê ve hatibû revandin li ser înternetê ‘derxistin firotanê’ di operasyona ku li Enqerê li mala hucreya rêxistinê hat kirin de ji destê malbatê hat rizgarkirin Sibata 2021’an radestî heman malbatê hate kirin.

Di nûçeya Artî Gerçek de, piştî nûçeyên der barê zaroka Êzidî de geşedanên dawî yên hiqûqî derketin, der barê bûyerê de geşedaneke nû rû da û belgeyek derket holê. Di nûçeya ku beriya niha hatibû weşandin de, der barê DAIŞ'ê yê ku zarokê ji Şengalê anîbû Tirkiyeyê de, bi sûcdariya 'bazirganiya mirovan a navneteweyî' doz hat vekirin. Zaroka ku dibin parastina Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî hatiye dayîn, di çarçoveya lêpirsînê de hat zanîn ku di dawiya hefteyê de ji bo razanê şandine gel malbata DAIŞ'ê.

Radestê malbata DAIŞ’ê kirin

Di rewşa herî dawî de bendewarî ev bû ku Dadgeha Cezayê Giran a 15’emîn a Enqereyê doza Sabbah Alî Oruç ê ku keça Êzidî revan dibû Tirkiyeyê bi sûcdariya "bazirganiya mirovan a navneteweyî" dest pê bike, lê ev yek pêk nehat.

Hat diyarkirin ku di 21’ê Hezîrana 2022’an de bi erêkirina Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî “fermana parastinê” ya keça Êzidî ji aliyê rayedarên Mala sevgî Pursaklar ve bi “rapora radestkirinê” hatiye rakirin û radestî malbata DAIŞ’ê hatiye kirin.

Heya niha tu agahî ji malbata zarok nîne tê texmînkirin ku malbat di komkujiya Şengalê de hatiye qetilkirin.