Dewleta Tirk xwezaya Başûrê Kurdistanê talan dike

Dewleta Tirk her roj pîvan û zagonên navneteweyî bin pê dike, bi çekên qedexekirî û bi awayek sîstematîk êrîşî xwezaya Kurdistanê dike.

Navenda Nûçeyan - Dewleta Tirk bi çekên giran û balafirên şer êrişî Herêma Kurdistanê dike û xwezaya Başûrê Kurdistanê talan dike. Di dîmenê ku ROJNEWS’ê de hatiye parvekirin de talankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê radixe ber çavan.

Li gor zanyariyên hatine bi destxistin, cerdevan û leşkerên Tirk li devera Sindî û Rêkan ya ser bi herêma Behdînan a li parêzgeha Dihokê bi hezaran darên ter dibirin û didizin. Di dîmenan de jî diyar dibe ku cerdevanên girêdayî dewleta Tirk bi dehan traktorên ji daran barkirî ber bi xaka Bakurê Kurdistanê ve dibin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bi destxistin, artêşa Tirk bi hevkariya hin kes û aliyên Başûrê Kurdistanê van daran dibire û derbasî Bakurê Kurdistanê dike.

Ji bilî talankirina daristanên Başûrê Kurdistanê, rojane di encama bombebaranên artêşa Tirk de jî bi sedan donim daristan û baxên welatiyên li Başûrê Kurdistanê dişewitin.

Hêjayî bibîrxistinê ye heta niha ne Hikûmeta Iraqê ne ya herêmê, ne tu sazî û rêxistinek jîngehê li beramberî vê talankirinê helwest nîşan nedane û lêpirsîn nedane destpêkirin.