‘Dewleta Tirk û PDK’ê dixwazin bi destê Iraqê wargehê dorpêç bikin’

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Nûran Sezgîn bal kişand ambargoya PDK’ê û êrişên dewleta Tirk ên li ser wargehê û got, “Dewleta Tirk û PDK’ê dixwazin bi destê Iraqê wargehê dorpêç bikin.”

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr – Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li qontara çiyayê Qereçox ê di nava sînorên navçeya Mexmûra girêdayî parêzgeha Mûsilê de ye. Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku di sala 1994’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar mane derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, dijîn. Li ser Wargeha Mexmûrê li gel êrîşên dewleta Tirk sê sal in rêgiriyek ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin.

Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran, nikarin biçin Hewlêrê, ji wê rojê heta niha amborgoya PDK’ê li ser wargeha penaberan a Mexmûrê berdewam dike. Herî dawî di 20’ê Gulanê de Artêşa Iraqê vê carê li ser daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê hewl dide derdora wargehê bi têl, xendek û kuleyan dorpêçê bike. Şêniyên wargeha penaberan ya Mexmûrê ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûne, ji roja koçberbûnê heya niha li dijî hemû cureyên êrîşan di nava berxwedanê de ne. Îro jî gelê wargehê du hefte ne li hemberî hewldana vê dorpêça artêşa Iraqê berxwedanek bêhempa dide meşandin û li ber xwe dide.

Jiyana tijî êş zorî û zehmetî

Pêla mezin a koçberiya gelê Mexmûrê di sala 1994’an de dest pê kir. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, panaber bi gelek êrîşan re jî rû bi rû man. Di van êrîşan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etrûş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man.

Fermîbûna wargeha Mexmûr

Gelê wargehê di sala 1994’an de dema ku ji Bakur koçber bûn li Zaxoyê ketin çalakiya greva birçîbûnê û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve weke penavberên siyasî hatin qebûlkirin. Penaberên Bakur di encama van rêwîtiyên zor û zehmet de di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçox ê navçeya Mexmûrê bi cih bûn. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrin tunebû, tenê ji ber dûpişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî gelê koçber li vir jiyana nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, şaredarî, perwerde, tenduristî, parastin û hwd. hatin avakirin. Di heman salê de (1998) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî fermî wekî wargeha penaberan hat qebûlkirin

Ambargoya li ser wargeha Mexmûr

Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nikarin biçin Hewlêrê. rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn. Her wiha di dema abargoya PDK’ê de 6 dayikên ducanî ji bo biçin nexweşxaneyê ji ber rêgiriya PDK’ê zrokên wan hê ji dayik nebûbûn jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha kakerên Mexmûrê ji ber rêgirî û ambargoya PDK ji bo debara malbata xwe bikin ji ber rêgiriya neçar man berê xwe bidin cihên dûr û karên giran ji ber vê yekê jî di rê de û li ser kar gelek qeza çêbûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Navê kesên ku di rêde û li ser kar jiyan xwe ji dest dan wiha ye: Welat Mehmud Gondik Remo, Segvan Remezan Gundik Remo, yadê Gulsin, Mehmud Sîso Nerwehî, Cîhat Mihemed Şaxî, Hogir Mûsa Nerwehî, Denîz Xelîl Qeşurî, Cemal Hesen Nerexî, Gurgîn Cemîl Nerwehî.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser wargehê

Di 6’ê Kanûna 2017’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar jiyana xwe ji dest dan.

Di 13’ê Kanûna 2018’an de balafirên şer ên Tirk penaberên Mexmûrê bombebaran kirin û kesên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dan.

Di pêvajoya ambargo û rêgiriyê de êrîşên li ser wargehê çêbûn:

Roja 18’ê Tîrmeha 2019’an careke din balafirên Tirk wargehê bombebaran kirin û di encamê de du şêniyên wargehê birîndar bûn.

Roja 15’ê Nîsana 2020’an jî balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk şêniyên wargehê bombebaran kir û di encamê de sê jinên ciwan ên wargehê jiyana xwe jidest dan.

Di 15’ê Hezîrana 2020’an de jî balefirên artêşa Tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçox bi dijwarî bombebaran kirin.

Di 5’ê Gulana 2021’ê de dewleta Tirk bi dronan êrîşî wargeha Mexmûrê kir.

Di 5’ê Hezîrana 2021’ê de balafira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk bombe li wargehê barand. Cihê ku êrîş lê pêk hat, ber deriyê parka Şehîd Aryen bû. Yanî li nava wargehê û derdora parqê dibistanên wargehê hene.

Di 3’ê Îlona 2021’ê de dewleta Tirk a dagirker bi dronan navenda wargeha Mexmûrê bombebaran kir, dayikek û zarokek birîndar bûn.

Di 1’ê Sibata 2022’an de careke din balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di bombebaranê de Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê hatin hedefgirtin. Di encama êrîşê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan şêniyên ku bi hewara xizmên xwe diçûn jî birîndar bûn.

Di 21’ê Gulana 2022’an de balafirên bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li wargeha Mexmûrê bombebarankir. Di encamê de şivanê bi navê Hacî Mîrza Elî yê ku diçû bexçeyê xwe jiyana xwe ji dest da.

Di 5’ê Tîrmeha 2022’an de di dema şandeya fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Fermandarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên di rutbeyên cuda de serdana Mexmûrê kirin, balafira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk li wargeha Mexmûr malek kir hedef. Di encamê de jinek birîndar bû û gelek kes ji bombabaranê bandorê bûn û nefesên wan teng bûn.

 5 Tîrmehê di saetê nîvroyê 12:20’an de, dewleta Tirk y dagirker bi balafireke bêmirov û bi çek di saet 12:20’an de li wargeha penaberan a Mexmûrê malek bombebaran kir û di encamê de birîndarek û kesên ku ji bombaranê bi bandor bûne hene. Kesên ji bombaranê bandorbûne nefesa wan teng dibin û dixwin. Gelê mexmûrê ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin meşek girseyî li dar xist meşê ji ber deriyê saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir, li wê derê daxuyanî hat dayîn. Jinên ku beşdarî meşê bûn bi tundî êrîşên dewleta tirk ên li ser wargeha Penaberan a Mexmûrê şermezar kirin.

Ji sala 2019’an heta niha li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê ve amborgoya ku heye berdewam dike, di nava vê amborgayê de bi hezaran kes bêkar man û gelek   kesan ji ber nexweşiyên xwe ji ber vê ambargoyê jiyana xwe ji dest dan û pitikên gelek dayikên ducanî di zikê dayikên xwe de jiyana xwe ji dest dan û bi vê ve girêdayî gelek caran dewleta Tirk bi balafiran êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê kirin.

Dorpêça artêşa Iraqê

Di 27’ê Kanûna 2021’ê de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê sibehê xwestin bikevin wargeha penaberan a Mexmûrê. Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê li hemberî vê rawestiya û nehişt Iraq derdora wargehê têl bike.

Şêniyên Mexmûrê li dijî dorpêçkirina Mexmûrê li ber deriyê seyterê kon vedan û du sê mehan çalakiya xwe berdewam kirin.

Ji roja gelê Mexmûrê penaber bûye ve heya niha bi hemû cureyan êrîş li ser tê kirin. Çi bi êrîşên hewayî bin, çi jî bi şêweyên cuda yên ambargoyê bin, dewleta Tirk û PDK dixwaze wargehê vala bike.

di 20’ê Gulanê de danê sibehê leşkerên Iraqê careke din hewl dan bikevin wargehê û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin lê belê gelê wargehê li hemberî vê yekê helwestek tund nîşan da, konê berxwedanê veda û rê neda dora wargehê bi têlan were dorpêçkirin. Ev du hefte zêdetir e gelê wargeha penaberan a Mexmûrê di konên xwe de berxwedana xwe ya bêhempa berdewam dike. 

Der barê êrîşên dewleta Tirk û abargoya PDK’ê û hewldanên artêşa Iraqê ya dorpêçkirina wargeha penaberan a Mexmûrê de endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Nûran Sezgîn ji ajansa me re axivî.

‘Heta roja îro ambargo berdewam dike’

Nûran Sezgîn bal kişand ser ambargoya PDK’ê û çalakiyên li dijî ambargoyê didin meşandin û wiha got: “Ji Tîrmeha sala 2019’an ve heta niha ambargoya ji aliyê PDK’ê ve li ser wargeha penaberan a Mexmûrê berdewam dike. Di vê ambargoyê de gelek nexweşên ku pêwîstiya wan bi bijîjk û tedawiyê hene nikarin biçin, gelek dayîkên ku dû canî di rêya nexweşneyê de zarokên wan ên ji dayîk nebûyîn jiyana xwe ji dest dan. Weke jinên wargehê ji bo ev ambargo bi dawî bibe li seytera PDK li hemberî hemû zorî û zehmetiyan me 28 rojan nobet girt, piştre me nobeta xwe vegerand çalakiyên cur be cur. Lê belê heta roja me ya îro ev ambargo û dorpêç li ser wargeha Mexmûrê berdewam dike.”

‘Dewleta Tirk û PDK dixwazin bi destê Iraqê wargehê dorpêç bikin’

Nûran Sezgîn da zanîn ku ji ber ambargoya PDK’ê karkeran ji bo kar berê xwe dan rêyên dûr karên zehmet û qezayên di rê de û li ser kar çêbûne û berxwedana ku niha li beramberî hewldanên artêşa Iraqê dide meşandin û got: “Piştî ambargoyê gelê me neçar ma ji bo xebatê berê xwe bide Silêmanî û Bexdayê lê belê ji ber nezanîna rê û qezayên kar me gelek windahî dan. Vebalê van bûyeran di stuyê PDK’ê û mala Barzanî de ne. Di ambargoya dewleta Tirk û PDK’ê de me gelek zorî kişand û niha careke din dewleta Tirk û PDK dixwazin bi destên hikumeta Iraqê wargehê bixin bin dorpêçê û îradeya vî gelî bişkînin. Ev gel bedelê wê çi dibe bila bibe li hemberî her cure zext û zilmê serî netewandiye û niha jî  serî natewîne çalakiya me pêşengiya wê jin, zarok, ciwan û pir û kal dikin. Her çendî me birîndar dabe jî em li ber xwe didin û wê li ber xwe bidin û em tu caran têlkirina wargehê qebûl nakin.”

‘Di dereceya yekem de NY ji wargehê berpirsyar e’

Nûran Sezgîn destnîşan kir ku ev gel li hemberî hemû êrîş û zextan berxwedanê didomîne û banga xwedîderketina li Mexmûrê kir û got: “Ev gel di sala 1994’an de dema ku ji Bakurê Kurdistanê hat Başûrê Kurdistanê bi çalakiya greva birçîbûnê statuya penaberên siyasî ji aliyê Netewên Yekbûyî ve bi dest xistiye. Ji 1994’an heta niha Netewên Yekbûyî di dereceya yekem de ji wargehê berpirsyar e. Di roja me ya îro de mirov dikare bibêje NY hêdî hêdî meşrûiyeta xwe winda dike, çima em wisa bi nav dikin wargeh ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombarankirin me bi dehan şehîd dan, amborgoya li ser wagrehê tê meşandin bêdeng ma. Niha Iraq dixwaze derdora wargehê dorpêç bike, NY ji van hemû bûyeran berpirsyar e.

Heta roja îro bêdengiya xwe diparêze. Niha di çalakiya me ya roja 4’an de NY piştî çend salan cara yekem hat wargehê. Divê NY weke mijara bazarê li wargehê nenihêr. Ev gel NY hebe jî tunebe jî xwe bi rêve dibe. NY di dereceya yekem de di aliyê ewlekarî, mirovî û perwerde, tendirustî, xizmetguzarî û di her alî de berpirsyar e. Lê belê divê dorpêç, ambargo qeza û belayên ku berê hatine serê me de, heta roja îro li berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Bi taybetî banga me ji yên ku dibêjin em dost in û mafên mirovan diparêzin, hiqûqnas, akademîsyen û yên ku dibêjin em mafên penaberan diparêzin re ew e ku xwedî li erkên xwe derbikevin û dengê Mexmûrê bibihîsin xwedî lê derbikevin.”