Dewleta Tirk Til Temir bombebaran kir: 3 zarok hat qetilkirin
Dewleta Tirk bi obusan gundê Eyn El-Ebid ya girêdayî navçeya Til Temirê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 zarok hate qetilkirin û 2 zarok jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Îro saet 18.00’an gundê Eyn El-Ebid ya girêdayî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê bi obusan hate bombebaran. Di encama bombebaranê de 3 zarok hat qetilkirin û 2 zarok jî birîndar bûn.
Zarokên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ji heman malbatê ne
Ji heman malbatê Meryem Xidir Iwês 10 salî, Itîdal Iwês 9 salî û Ebdilezîz Xidir Iwês ê 8 salî jiyana xwe ji dest dan Diya'a Xidir Iwês a 6 salî û Zehra Xidir Iwês a 14 salî jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê.