"Dewleta tirk terorîstan perwerde dike û bi ser me de dişîne"

Buroya Parastina zarokan a kantona Kobanê Fadiya Şerîf Xelîl der barê êrîşên dewleta tirk û rewşa dawî ya herêmê de wiha dibêje: "Em ê li dijî êrîşên dewleta tirk tu carî ranewestin, hêza me gel û şervanên me ne."

DILUCAN BOZÎ
Eyn Îsa- Piştî dagirkirina Kantona Girê Spî û Serêkaniyê, gelê herêmê bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn. Qaşo agirbesta şer hat ragihandin lê dewleta tirk zagonên şer û nirxên mirovan binpê dike. Dewleta tirk bi hevkariya hêzên hegomonîk û desthilatar bênavber êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike. Rojane riya M4, gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê tên toparankirin. Ji ber van êrîşan welatî koçber dibin, birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Dewleta tirk dixwaze kantona Girê Spî bike navenda çeteyan û hewl dide ku Girê Spî wek 2011'an lê bîne û bi riya çeteyên xwe tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava dagir bike. Buroya Parastina zarokan a kantona Girê Spî Fadiya Şerîf Xelîl êrîşên dewleta tirk li ser navçeya Eyn Îsa û rewşa dawî ya herêmê ji ajansa me re nirxand.
"Projeyên me projeyên gelan in"
Fadiya diyar kir ku gefên dewleta tirk li ser herêmê bênavber didomin û wiha pê de çû: "Li ber çavên her kesî bajarên me hatin dagirkirin û tu kesî  alîkariya me nekir. Ji lewre îro li ber çavên her rêxistin û dewletan bajar tên talankirin, demografiya wan tê guhertin gelê wan tên qetilkirin. Îro ne tenê gelê Kurd tê hedefgirtin tevahî pêkhateyên herêmê di bin vê dagirkeriyê de ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwîna hemû neteweyan bûye yek. Armanca van êrîşan talankirin, koçberkirin, tecawizkirin û qirkirin e. Îro em bala xwe pêdin ku li herêmên dagirkirî wek Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz û Cerablus her roj bênavber teqîn lê tên çêkirin an jî bi destên hin kesan jin tên qetilkirin, malbat tên revandin û windakirin. Lê berpirsên van bûyeran û kiryaran jî dewleta tirk e ku bi xwe teror e û teroran perwerde dike. Bala her kesî kişandibe ku dema dewleta tirk di nava xwe de teng dibe, gefên xwe li ser herêmên me zêde dike. Neqebûlkirina xwe ji projeya gelan re dide diyarkirin, dixwaze li beramberî vê yekê fitne û tevliheviyan çêbike. Dewleta tirk di hemû êrîşên xwe de bi bin dikeve." 
"Em li dijî kuştin, qetilkirin û xwînrijandinê ne"
Fadiya di berdewamiya axaftina xwe de teqez dike ku dewleta tirk çeteyên xwe ji nû ve zindî dike û wiha domand: "Ji ber gefên dewleta tirk em di 2013'an de koçber bûn. Li ber çavên tevahî cîhanê em tên kuştin û koçberkirin lê dema mijar dibe Kurd her kes çav û guhên xwe digre û xwe lal dike. Mînaka herî berbiçav jî li ber çavên her kesê siyasetmedara jin Hevrîn Xelef hat qetilkirin. Di nava şeran de her tim jin tên hedefgirtin û bi awayê hovanê tên qetilkirin. Lê dema ku tê gotin jî dibêjin em mafê gelan diparêzin. Em heta dawî li pişta zarokên xwe ne lewre ew axa me diparêzin. Piştî ku Girê Spî hat dagirkirin gel hemû neçar man koçber bibin û berê xwe dan herêmên bi ewle. Rêveberiya Xweser kampa Til Semin ava kir û gel tê de bi cih kirin. Roja ku ev kamp hatiye avakirin heta niha dewleta tirk bênavber êrîşên xwe didomîne. Dewleta tirk qaşo mafên gelan diparêze, îro em bala xwe bidin pergala AKP-MHP'ê li dijî exlaq û nixên gelê herêmê ye. Di Baxozê de çeteyên DAIŞ'ê bi dawî bû, em dibînin dewleta tirk careke din wan ji nû ve zindî dike û li Dêrezorê her roj mirovan qetil dikin."