‘Dewleta tirk senaryoya fermana Şengalê li Efrîn û Şehbayê dubare dike’

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo û Berdevka TAJÊ Rîham Heco bal kişandin ser kiryarên dewleta Tirk ên li Şehba û Efrînê û gotin: “Dewleta tirk senaryoya fermana Şengalê li Efrîn û Şehbayê dubare dike.”

Hesekê – Dewleta tirk a dagirker senaryoyaya fermana 74’an a li ser Şengalê, li Efrînê û herêmên dîn ên dagirkirî carek din dubare dike. Ji destpêka ku ev herêm xistiye bin kantrola xwe, van kiryarên xwe bi taybetî li dijî jinan dide meşandin. Ev kiryar asta hovîtiya dagirkeriyê ya li dijî jina azad de ku bi saya şoreşa Rojava xwe birêxisitn kiriye, aşkera dike.

Di çarçoveya pêşkêşkirina alîkariyan a ji koçberên Efrîn û Şehbayê re de, piştî ku êrîşên çeteyên dagirkeriyê li ser Şehbayê û koçberkirina gel careke din çêbûn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê alîkariyên mirovî şandin û teslîmî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Rêveberiya Xweser xwest ku ev alîkarî li koçberên ziyan dîtine bên belavkirin. Gelên Şengalê bi rêya van alîkariyan hewl dan ku piştevaniya koçberên Efrîn-Şehbayê bikin.

‘Her tim gelê Kurd di komkujiyan re derbas dikin’

Berdevka Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ) Rîham Heco balkişand ser êş û azarên ku gelê Kurd di nava şer û pevçûnan de dibîne û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Koçberkirina duyem a ku derheqê koçberên Efrîn û Şehbayê de pêk hatiye, tê wateya hedefgirtina hemû gelên azadîxwaz. Êş û azarên ku koçberên Efrîn û Şehbayê dibînin ew êşa hemû gelên berxwedêr û tekoşer ên li dijî zordariyê serî hildan e. Di sala 2014’an de Êzîdiyên Şengalê di komkujiyek qirkirinê re ya ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê çêbû re derbas bûn. Kiryarên, destavêtin û koçberkirinê jî hatin meşandin. Niha jî koçberên Efrîn, Şehba, Serêkaniyê, Girê Spî û herî dawî Minbicê jî di wê komkujiyê re derbas dibin.”

‘Li gor derfetan piştevaniya Efrîniyan dikin’

Rîham Heco tekezkir ku li dijî her cureyê qirkirin û komkujiyan gelê Şengal û Efrînê bi salan e li berxwe didin û got: “Bi salane ku gelên Efrîn û Şengalê li dijî her cureyên siyasetên qirkirin û komkujiyan li berxwe didin. Tevî siyasetên ku tên meşandin jî, dev ji berxwedana xwe ya ji bo azadî û parastina ziman û nasnemayên xwe, bernedan. Efrîniyan Şehbaya ruxandî veguherandibûn cihê berxwedan û tekoşînê. Di Şehbayê de Efrînek biçûk ava kirin, ev jî girêdana wan a bi axa wan re diyar dike. Tevî tengasiyên ku gelê Şengalê dijîn, hewl dan ku li gor derfetên heyî alîkariyan ji koçberên Efrînê re berhev bikin û bişînin. Li ser sînor gelek astengî hatin jiyîn ku heya rê vebû û me beşek ji alîkariyan gihand Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em li bendê ne ku beşê dîtir jî ji sînor ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bê berdan, ji ber ku êşa xelkê Efrîn û Şehbayê yek e.”

‘Mezheb û olên Sûrî tên çewisandin’

Rîham Heco destnîşan kir ku alozî û êrîşên li herêmê tên jiyîn, bandorekê li ser tevahiya gelê Kurdistanê dike û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji ber alozî û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ve li herêmê diqewimin, bandorek neynî li ser tevahiya gelê Kurdistanê dike. Serokê Heyat Tehrîr el Şamê ragihandibû ku wê hemû pêkhate mafê xwe werbigirin, lê di rastiyê de beravojî vêya derket holê û hemû mezheb û olên li Sûriyê rastî kiryaran hatin.”

‘Pêdivî bi yekgirtinê heye’

Rîham Heco di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema avakirina aramiyê li Sûriyê ye û girîngiya hebûna rola jinê ya tê de ye. Rîham Heco wiha got: “Niha dem dema avakirina Sûriyeyek demokrat û aram e. Pêdîvî bi avakirina Sûriyeke demokrat ne navendî heye ku hemû mezheb, ol û pêkhate bi rengên xwe cih tê de bigirin. Ev yek jî bi projeya Netewa Demokratîk pêkan e. Divê hemû gel li dijî siyasetên ku niha li Sûriyê tên meşandin yekîtiya xwe xurt bikin. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jinê rolek çalak lîst, bi taybetî jî di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de. Her wiha di eniyên şer ên destpêkê de cihek mezin girt. Ji ber vê yekê yasayên ku rola jinê di nava xwe de nahewînin, wê tu wekhevî û edaletê li Sûriyê ava nekin.”

‘Alîkarî hatin astengkirin’

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo jî derbarê mirinên koçberên Efrîn û Şehbayê de ev tişt anî ziman: “Piştî koçberbûna gelê Efrînê ya ji Şehbayê, gelê Şengalê li gor derfetan hewl dan dest bidin Efrîniyan û xwestin ku bi van alîkariyan, li kêleka gelê xwe bisekinin. Hikûmeta Îraqê  ji derbasbûna van alîkariyan re li ser sînor bû bend lê piştî îsrar û berxwedanê me karîbû beşek ji alîkariyan derbas bikin. Dewleta tirk a dagirker senaryoya Şengalê li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî carek din dubare dike. Ji destpêka ku ev herêm kiriye bin kantrola xwe ve, ew kiryarên xwe bi taybetî li dijî jinan dimeşîne. Ev kiryar asta hovîtiya dagirkeriyê derheqê jina azad de ku bi saya şoreşa Rojava xwe bi rêxistin kiriye, aşkera dike.”

‘Yekbûna gelan wê dagirkeriyê têk bibe’

Cîhan Celo da zanîn ku divê îrade û hêviya gelê Efrînê ji bo vegera li welêt xurtir bibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Li Şehbayê Efrîniyan karîbûn xwe bi rêxistin bikin û li ser hêviya vegera li Efrînê berxwedana xwe dewam dikirin. Divê ev hêvî û îrade xurtir bibe û xwedî li têkoşîn û keda xwe ya salan derkevin. Em jî piştevaniya wan dikin. Doza rizgarkirina Efrînê, doza hemû gelan e. Em di wê baweriyê de ne ku Efrîn wê bi berxwedan û tekoşîna gelê xwe rizgar bibe. Jin di nav şeran de her tim xwedî îradeya bi hêz bû. Ji ber vê yekê ew dibe hedefa yekem a dijmin. Bi armanckirina jinan, dixwazin destkeftiyên şoreşê têk bibin. Em bang li hemû gelên herêmê dikin ku li dijî siyasetên dagirkeran bibin yek. Yekbûna gelan wê dagirkeriyê li Kurdistanê têk bibe û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.”