Dewleta tirk nahêle kamyonên alîkariyê bigihîjin herêmên erdhejê
Parêzer Rûşîn Hido teqez kir ku derbasnekirina alîkariyên mirovî ji bo herêmên ku zirarê ji erdhejê dîtine, li dijî nirxên exlaqî û mirovî ye û dewleta tirk ji jiyana kesên ku zirar ji feleketa erdhejê dîtine berpirsyar e.
HESNA MIHEMED
Şehba- Di erdheja ku di 6'ê Subatê de, navenda wê Bazarcixa Mereşê bû, gelek zirar gihîşt bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê. Bi taybetî li herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Cindirêsa Efrînê zêdetirî 600 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar bûn, malên wan rûxiyan.
Parêzer Rûşîn Hido bal kişand ser feleketa ku hatiye jiyîn û ev tişt anî ziman: "D felaketa ku 6'ê Sibatê de pêk hatiye gel zirarên mezin dîtin her wiha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek birîndar bûn û malên wan hatin rûxandin. Ev karesata mirovî li Tirkiye û herêmên Sûriyeyê çêbûye bi taybetî li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî zêde rû da. Cindirêsê yekemîn bajar li Sûriyeyê yê ku herî zêde zirar dîtiye. Di vê karesatê de her malek bû xwediyê çîrokek taybet. Bi hezaran kes bû hefteyek li kolanan dimînin. Dewleta tirk ev devera dagirkirî û tê de bi cih bûye divê ew bi lez alîkariyên mirovî ji gel re pêşkêş bikira û tu ferq û cudahî nexista navbera gelan."
‘Dewleta tirk kamyonên alîkariyê daye rawestandin’
Rûşîn Hido diyar kir ku ji roja ku karesata mirovî çêbûye hewldana şandina alîkariyên mirovî ji gelê ku zirar dîtine re heye û wiha got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê hemû nakokiyên xwe danî aliyekî û alîkariyên mirovî ji roja destpêkê ya feleketê ve hewl dide ji herêmên ku zirar dîtine re bişîne. Heya vê kêliyê kamyonên alîkariyên mirovî li ber korîdorên dewleta tirk in. Tu carî Rêveberiya Xweser ferq û cudahî nexistiye nava gelê Sûriyeyê ev jî nirxeke exlaqî û mirovî ye. Ji bo ku van korîdoran veke û alîkariyê derbas bike gelek kesên pêwendîdar ketin nava têkiliyê lê bê encam man. Her kêliyek ku alîkarî negihîşt gel zirarên mezin bi xwe re ava dike û jiyana wan dixe nava xeterê. Tiştê ku dewleta tirk dike li dijî pîvanaên navneteweyî ne û hemû hevpeymanan binpê dike."