Dewleta Tirk li Sirînê zarokek qetil kir: 2 zarok birîndar bûn

Dewleta Tirk bi êrişa li ser gundê Gerraf a Sirînê ku dikeve başûrê Kobanê zarokek qetil kir. Hat zanîn ku di êrişê de 2 zarok jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Êrişên dewleta Tirk li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Dewleta Tirk beriya çend kêliyan gundê Gerraf a Sirînê ku dikeve başûrê Kobanê ya Kantona Firatê bombebaran kir. Di bombeberanê de zarokek bi navê Fewaz Mistefa Ibrahîm ê 13 salî hat qetilkirin.

Hat zanîn ku zarokên bi navê Ebdilnafih Mihemed Misto yê 9 salî û Ebdilrehîm Mihemed Misto yê 13 salî jî birîndar bûn.