Dewleta Tirk li Minbicê zeviyên çandiyê şewitand
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Minbicê şewitandin.

Minbic – Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê agir ji bi zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê kantona Minbicê xistine.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji saet 02.00’an ê vê sibehê heta 05.00’an agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên El Ulşlî heta gundê El Bugaz ên rojavayê kantona Minbicê xistine. Hate gotin ku ev jî bû sedem agir pêl bibe û li piraniya zeviyên çandiniyê belav bibe û agirekî mezin li pey xwe hişt.