Dewleta Tirk li Minbicê 5 welatî qetil kirin, 2 kes revandin

Dewleta Tirk a ku piştî operasyona QSD’ê ya li dijî çeteyên li Dêrazorê, êrîşên xwe zêde kir, li Minbicê 5 welatî qetil kirin û 2 kesên ku birayên hev bûn jî revandin.

Minbic- Hat zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê di êrîşên xwe yên li ser gundên Bakurê bajarê Minbicê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 5 welatî qetil kirine û 2 birayên ku navê wan nehat hînbûn jî revandin.

Piştî operasyona QSD’ê êrîşên dewleta tirk zêde bûn

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk di çarçoveya operasyona ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên din ên li Dêrazorê daye destpêkirin de êrîşên xwe yên dagirkeriyê zêde kirine.

Di nava rojê de dewleta Tirk gundê Gozeliye yê dikeve rojavayê Til Temirê, gundên bakur rojhilat û bakur rojavayê Minbicê, gundê Til Îd ê başûr rojhilatê Qamişloyê, gundê El Huriye yê Girê Spî û gundê Şêx Îs ê Şehbayê bombebaran kirin. Her wiha li ser riya di navbera Girkê Legê û Dêrikê de balafireke bêmirov wesayîdek hedef girt.