"Dewleta tirk li Kobanê tola çeteyên DAIŞ'ê hiltîn e"
Endama Meclîsa Edaleta Jin ya herêma Firatê Felek Yusif di derbarê êrîşa dewleta tirk a li ser Kobanê û hedefgirtina endmê Meclîsa Edaletê ya Kobanê Bekir Cerade de got: "Astengiya ku dewleta tirk anha tê de jiyan dike û ne tehmulkirina wî ji van serkeftinan re, hişt ku har bibe û dest bi êrîşên hewayî bike. Bi taybet piştî hevdîtina wî ya dawiyê êdî êrîş li ser herêmê zêde tir bûn."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Dewleta tirk demeke dirêje balafirên keşirfê yê bê mirov li ser Kobanê, Şehba û Eyn Îsayê digerî ne, li rex wê jî êrîşên bejahî li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê bikar tîne. Di êrişa balafira bêmirov a dagirkeriya tirk li dijî erebeyeke sivîl li bajarê Kobanê pêk aniye de, yek jê zarok 3 sivîl birîndar bûn. Têkildarî mijarê Endma Meclîsa Edaleta jin ya herêma Firatê Felek Yusif di derbarê êrîşa hewayî ya dewleta tirk li ser Kobanê de axivî.
"Bûyerên bi vî regnî li Kobanê tên dubarekirin"
Felek balkişand ser bûye dawiyê li Kobanê çêbûyî û wiha got: "Dûh di dîroka 21'ê Cotmehê de dewleta tirk bi awayekî hovane bi balafira keşifê sivîl hedefgirtin. Êrîşên bi vî rengî demek xwe dubare dike û bi taybet sivîl têne hedefgirtin. Rewşa ku em têde dijîn, rewşeke dîrokiye lewma dijmin ji vê yekê acize û netehmulkirina wî ji van serkeftiyan re dide diyarkirin ku ew asteng bûye û şaş maye. Di heman demê 4'mîn salvegera bajarê Reqqayê bû, hew wiha hevdîtinên vê dawiyê ku hatin kirin, hişt ku dewleta tirk di dundir de asteng bibe. Tengaviya dewleta tirk di nava xwe de û di asta navnetewî de hin guhertin hatin çêkirin, bi taybet di milê Idlib de dema ku hêzên dewleta tirk hatin vekşandin êdî hin guhertin û veguhetin çêbûn. Li vir xeyalên Erdogan ji bo herêmên Bakur Rojilatê Sûriyê-Rojava bi serneketin, lewma îro êrîşî wî li ser herêmê zêde bûne. Bi taybet berxwedana Kobanê ku li ber çavê her kesî dewleta tirk digot Kobanê ket ha wê bikeve, îroj wê tolê ji me hiltîne, çawa ku DAIŞ di Kobanê de şikestin û vîna wan bi binket. Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re sînor dar nema vê ca dixwaze van herêmên din jî dagirbe. Lê bi ji aliyê leşgerî de binket, bi şêwayî hedefgirtina sivîlan hewl dide ku awlehiya herêmê bê istiqrar bihêle, koçberiyê bide jiyan kirin."
"Hevkariya rusiya û dewleta tirk berdewam e"
Felek di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hewldanên dewleta tirk hene ku êrîşekî nû bi ser herêmê de bîne û wiha pêde çû: "Dewleta tirk li hemû deverên Bakur Rojhilatê Sûriyê de tu ewlehî ne hiştiye, malê ku li ser sînor jiyan dike, rojene rastî êrîşan tên, ji bilî îşkenceyan û topbarên ku tên kirin. Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê agirbest hat raghandin, heye roja rojî em bi wê agirbestê radibin û tevdigerin, lê mixabin dewleta tirk agirbest û zagon hemû binpêkirine. Dewleta tirk bi bihaneya ku divêje ez sînorê xwe diparêzim ev yek ne raste, li dijî binpêkirin û êrîşên dewleta tirk em axa xwe diparêzin û ev mafê meyê rewaye ku em xwe biparêzin li beramberî dijmin. Piştî ku hin erênî hatin kirin, dewleta tirk dixwaze tolhildana şikandina vîna çeteyên xwe di Kobanê de rake, her wiha ji Parlamentoya xwe re xwast ku demek dirê bidinê ku di dû salan de herêmên ku di bin sîwana Rêveberiya xweser de dagirbike, lê her kes di wê zanebûyinê de ku dema rus an jî Amrîka tenê çira kesk jê re erê bike wê êrîşên xwe destpêbike. Di her hevdîtinên serokan de rewşa herêmên tên nîqaşkirin. Ev êrîşa ku dûh li Kobanê qewimî berpirsê wê hêza Rusiya ye. Bê dengiya Rusya li beramberî van êrîşên ku têne kirine dide diyar kirin ku hevkariya wî hîna bi dewleta tirkiyê re heye."
Felek bi van gotinan dawî li axafitna xw anî û wiha bi dawî kir Kobanê bû sembola cîhanê tevda, ji bo em careke din navê Kobanê di nava cîhanê de nûjen bikin divê em nebin hevkarê dijminê xwe: "Mirovahî tev dendarê Kobanê û berxwedana wê ye, bi van berxwedanan destkeftiyên mezin hatin qezenckirin, ji bo vê jî divê her kesek an malbatên welatparêz bi erkên xwe yê mirovahî rabin. Divê mirovahî bi erkên xwe rabe û bi taybet kesên ku nefsa wan lewaze û destek dide dijminê xwe, em nebin hevkarê dewleta tirk em destê xwe nexin destê dijmin û gelê xwe di komkujiyan re derbas bikin. Divê em pirojeya xwe biparêzin û van destkeftiyan mayînde bikin, Kobanê bi welatparêziya xwe tê naskirin û divê bi vî navî jî bê naskirin.
Ji bo em faşîzim, dîktator û desthiladaran tune bikin divê em têkoşîna bilind bikin."