Dewleta Tirk li Kobanê malek bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk li bajarê Kobanê malek bombebaran kir. Di bombebaranê de ji heman malbatê du kes jiyana xwe ji dest dan.

Kobanê – Dewleta Tirk bi SÎHA’yan maleke li Kobanê ya Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Di êrişê de di encama êrişê de du kes jiyana xwe ji dest dan û jinek jî birîndar bû.
Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Azad Elî Mehmûd û Şêro Meşîd.
Narîman Silêman jî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.