Dewleta Tirk li Eyn Îsayê jinek qetil kir

Di topbarana dewleta Tirk a li ser gundê Xalidiyê de ku dikeve rojavayê Eyn Îsa de Emşa Hilal el-Begar a 65 salî hat qetilkirin, welatiyê bi navê Mihemed el-Xelef el-Elî 70 salî jî birîndar bû.

Eyn Îsa – Êrişên qirkirinê yê dewleta Tirk ê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de gundewarên rojavayê Girê Spî û Eyn Îsa topbaran dike. Gundên tên hedefgirtin li rojavayê Girê Spî gundên Erîda û Zennûbya, rojavayê Eyn Îsa; gundên Ebû Sirra, Xalidiyê û Ebû Nîtûna ye.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên me ji heremê ragihandin dewleta Tirk piştî ku li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin û êdî gel vedigeriya malên xwe êrişî çalakgeran kir. Bi topbarana dewleta Tirk ya li ser gundê Xalidiyê de ku dikeve rojavayê Eyn Îsa de Emşa Hilal el-Begar  a 65 salî hat qetilkirin, welatiyê bi navê Mihemed el-Xelef el-Elî 70 salî jî birîndar bû.