Dewleta Tirk li Eyn Îsayê 2 zarok qetil kir

Di topbarana dewleta Tirk a li Eyn Îsa de 2 zarok hatin qetilkirin.

Eyn Îsa- Dewleta Tirk bi obusan gundê Mesturê yê navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir. Di encama topbaranê de zarokên bi navê Nadiya Eyaş 10 salî û Elî Eyaş 9 salî hatin qetilkirin.