‘Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pîvanan binpê dike’
Hiqûqnas Talîvan Berkel destnîşan kir ku bi qasî dewleta Tirk hemu dewlet û saziyên ku xwe parastina mafên mirovî dibînin ji van binpêkirinan berpirsiyar in.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Roja Mafên Mirovan a cîhanî ji aliyê komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 1948'an de hat ragihandin. Ev roj bi erêkirina 48 dewletan hat pejirandin ku 10'ê Kanûnê weke Roja Mafên Mirovan a Cîhanî were pêşwazîkirin. Tevî hebûna bi dehan zagon û komeleyên herêmî û navdewletî yên mafên mirovan diparêzin jî di asta cîhanî de rojane ev pîvan tên binpêkirin.
Bi boneya vê rojê, dadwer Talîvan Berkel a li dadgeha gel a Kobanê kar dike, êriş û binpekirinên mafên mirovî yê dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne nirxand û destnîşan kir ku bi qasî dewleta Tirk hemu dewlet û saziyên ku xwe parastina mafên mirovî dibînin ji van binpêkirinan berpirsiyar in.
‘Em pergala xwe dispêrin mafên mirovan’
Talîvan Berkel di destpêka gotinên xwe de behsa dîroka Roja Mafên Mirovan kir û wiha got: “Piştî şerê cîhanê yê duyemîn komeleya Neteweyên Yekbûyî di 10'ê Kanûna 1948'an de Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan ragihand. Hevpeymana ku ji bo vê rojê hat çêkirin gelek bendên di çarçoveya mafên mirovan ên jiyana bi rûmet, nijad, ziman, nasname, ol û baweriyan di nava xwe de digre. Her wiha mirov zindiyek azad e û xwedî mafên jiyanê ye, ji ber vê li kîjan erdîngariya cîhanê be divê ji mafên xwe bêpar nemîne. Ev hevpeyman ji aliyê gelek welatan ve hat pejirandin û hinekan jî qebûl nekirin. Em weke Rêveberiya Xweser ji ber ku xwe dispêrin pergala Neteweya Demokratîk, tevahî zagon û rêgezên me li ser bingeha mafên mirovan in. Hemû pêkhate bi ziman, çand, bawerî û zimanê xwe dijîn, jiyana wekhev û demokratîk dijîn."
‘Dewleta Tirk hemû pîvanan binpê dike’
Talîvan Berkel bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û got: "Ev demeke dirêj e ku dewleta tirk bênavber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Tirkiye yek ji dewletên ku hevpeymana mafên mirovan pejirandiye û îmze kiriye lê tevahî zagon û pîvanên ku pejirandiye binpê dike. Bi armanca dagirkeriyê hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digre. Her wiha gelek herêmên Sûriyeyê dagir kiriye û dixwaze zêdetir deran dagir bike. Ev kiryarên ku pêk tên, bi rengekî eşkere hevpeymana Neteweyên Yekbûyî binpê dikin. Ne tenê ev yek, heta mafên zarokan, jin û xwezayê jî tên binpêkirin. Bi dehan zarok di encama topbarana dewleta tirk de birîndar bûn û wesleyên bedena wan jê bû, gelekan jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha xweza tê talankirin, mînaka herî berbiçav jî Efrîn e."
‘Neteweyên Yekbûyî jî bi qasî dewleta Tirk sûcdar in’
Dadwer Talîvan Berkel di dawiya axaftina xwe de bang li komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir û got: "Bi vê wesîleyê, em di destpêkê de Neteweyên Yekbûyî şermezar dikin dibêjin kı di asta yekemîn de ew berpirsyarên hevpeymana mafên mirovan in. Cîhan tev û rêxistinên mafên mirovan şahidiya kiryarên dewleta tirk ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Her kes jî dizane ku zagonên navdewletî ji aliyê Tirkiyeyê ve tên binpêkirin lê mixabin li hemberî vê yekê bêdengiyeke ne normal heye. Ji ber vê banga me ew e ku rêxistin û aliyên pêwendîdar bi erka xwe rabin û bi rengekî cidî hesab ji dewleta tirk bixwazin. Belgeyên ku binpêkirinên dewleta tirk nîşan bidin hene, ji ber vê em daxwaz dikin ku dawî li kiryarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên werin."