Dewleta Tirk li Şengalê wesayîtek bombebaran kir
Dewleta Tirk ku hemwelatiyên xwe di bin kavilên erdhejê de hêlaye, êrîşên ji bo qirkirina civaka Êzîdî berdewam dike. Dewleta Tirk li navenda Şengalê bi balefirê bi çek û bê mirov wesayîtek bombaran kir.
Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a dagirker îro di saet derdora 12:00’an de li navenda Şengalê bi balefira bi çek û bê mirov wesayîteke Asayîşa Êzîdxanê hedef girtiye û li gora zanyariyên ku hatine bi dest xistin birîndar hene.
Di 6’ê Sibatê de erdheja ku navenda wê Mereş bi pileya 7.7 û 7.6 pêkhat, li gora daneyên fermî ku dûh hat ragihandin hêjmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji 45 hezaran zêdetir e. Cenazeye bi deh hezaran kesan hîna di bin kavilên avahiyan de mane.
Dewleta dagirker a Tirk piştî erdhejê gelê Êzîdiyên Şengalê ku bi qirkirina çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de rû bir û maye, di nava sê rojan de dû caran êrîşên hewayî pêkanî. Di 27'ê Sibata 2023'an de li navçeya Xanesorê ya Şengalê di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûbûn û şervanek jî birîndar bûbû.